Stranbêjê Bagdadî niha li ser Erdogan distirê

Ji stranbêjên navdar ên DAÎŞ'ê Ebû Gûrabaa El Yemenî niha jî li ser Erdogan û koalîsyona wî ya çeteyan 'Artêşa Milî' distirê.

Li ser têkiliya navbera "Artêşa Milî" ya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê her roj agahiyên nû derdikevin holê.

Berê di nava 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' de ku ji komên OSO pêk dihat, niha jî di nava "Artêşa Milî" de ku koalîsyona çeteyan de gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên berê hene.

Yek ji van jî di nava DAÎŞ'ê de bi navê Ebû Gûrabaa Yemenî tê naskirin. Di bin sîwana "Wezareta Reklaman" a rêxistinê de stran û sirûd amade dikir. Em navê wî yekemcar ji çeteyên di pêvajoya Dêra Zor û Bahozê de ji aliyê QSD'ê ve hatin girtin dibihîzin. Dema ku em li çeteyên DAÎŞ'ê yên di nava komên çete yên dewleta Tirk dipirsin, yek ji navên tên gotin Ebû Gûrabaa El Yemenî ye.

DAÎŞ'iyên girtî anîn ziman ku berê di înternetê de gelek dîmenên wî hebûn. Li xwe mikur tên ku Yemenî piştî ji rêxistinê reviya, beriya êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê ji bo Erdogan û OSO sirûd gotiye.

Piştî lêkolîneke dûr û dirêj, me dît ku Ebû Gûrabaa Yemenî di dema dagirkeriya Kobanê ya DAÎŞ'ê de yek, du dîmen amade kiriye. Di van stranan de pesnê Erdogan û "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" ya çeteya wî dide.

Her du çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî piştrast kirin ku dîmenên mijara gotinê yên DAÎŞ'iyê berê yê bi navê Ebû Gûrabaa El Yemenî ne û qala Ebû Gûrabaa El Yemenî kirin.

LEŞKER, STRANBÊJ Û PROPAGANDAKARÊ DAÎŞ'Ê BÛ

Çeteyê bi navê Omer Abdulwahap El Zeyanî yê ji Erebistana Siûdî, diyar kir ku wî Ebû Gûrabaa El Yemenî di nava rêxistinê de nas dikir û piştrast kir ku dîmen û dengê ku me nîşanî wî dan ên El Yemenî ne.

Zeyanî ragihand, dîmenê ku ji bo Erdogan û 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' hatiye amadekirin, dîmenê xwe tê de nebe jî deng ê Yemenî ye.

Zeyanî diyar kir ku Ebû Gûrabaa El Yemenî di sala 2013'an de hat Sûriyeyê, piştî ku demekê di nava Cephet El Nûsra de ma tevlî DAÎŞ'ê bû û got, "Destpêkê li herêma DANA'yê şervan bû. Dema ku şerê Sahavat (Şerê navbera DAÎŞ'ê û OSO - 2013) bi dawî bû, derbasî Reqayê bû û li wir li Wezareta Çapemeniyê dest bi kar kir. Neshîd (sirûd) amade dikir. Ji rêveberiyê ferman jê re hat ku êdî sirûdan nebêje. Ferman ji aliyê Ebû Mûhammed Fûrkan û Ebû Mûhammed Adnanî ve hatibû dayîn. Ji ber ku gotinên di neshîdên wî de îdeolojîk nebû û bandor nedikir. Piştre sirûdên fermî yên DAÎŞ'ê negot. Derbasî karê propagandayê yên 'Dîwani Davaya' bû. Ji bo sivîlan neshîdên ne fermî got. Bi qasî ku tê bîra min karê dawî yê wî ev bû. Piştre demeke dirêj winda bû, min ew nedît."

Zeyanî ragihand ku Ebû Gûrabaa El Yemenî di nava DAÎŞ'ê de mirov dixapand, pereyên wan jê digirt û piştî ku ev bûyer derkete holê ji holê winda bû û got, "Min herî dawî ew di sala 2017'an de li Reqayê dît. Wê demê kar nedikir, piştre min bihîst ku reviya ye. Gotin ku reviyaye herêma OSO."

'DEMA DI NAVA DAÎŞ'Ê DE BÛ NAVDAR BÛ'

DAÎŞ'iyê bi navê Mûhammed Salîh El Amûdî yê ji Qatarê jî anî ziman ku wî di sala 2013'an de Ebû Gûrabba El Yemenî nas kir, ku ne ji nêz jî be ji ber ku ew di nava DAÎŞ'ê de navdar bû, nas dikir û li dîmenê wî temaşe dikr. Mûhammed Salîh El Amûdî got, "Ebû Xûraba El Yemenî yekî naskirî bû û neshîdên DAÎŞ'ê digot. Kevn e. Di sala 2012'an an jî 2013'an de beriya ku DAÎŞ derkeve di nava Cephet El Nûsra yan jî OSO de bû. Li ser Adnanî stran çê kir. Di qenala Telegramê de dîmenê vê stranê hebû. Di wî dîmenî de ew bi xwe jî xuya dikir. Ji wê derê nas dikim."

Dema ku em dîmenên di pêvajoya Kobanê de nîşanî Mûhammed Salîh El Amûdî didin, dibêje "Ev ew e."

El Amûdî ji bo dîmenê beriya dagirkirina Efrînê hatiye çêkirin got, "Belê di dîmen de dîmenê Ebû Gûrabaa nîne, lê belê deng ê wî ye. Her wiha di nava 'Dewleta Îslamê' de straneke wî ya bi heman rengî ya muzîka 'Silavê Şamê' hebû. Li ser Bagdadî jî stran çêkiribû. OSO bi zanebûn di vî dîmenî de dîmenê wî neweşandiye. Ji ber ku Ebû Gûrabaa gelekî navdar e."