BI DÎMEN

Soza vegera Efrînê hat nûkirin

Şêniyên Efrînê yên li Bendava Tişrînê, 7’emîn salvegera dagirkeriya Efrînê şermezar kirin û gotin, “Efrîn sembola berxwedanê ye. Teqez em ê vegerin warên xwe.”

7 sal li ser dagirkirina Efrînê re bihurî. Di 18’ê Adara 2018’an de li Efrînê piştî berxwedana 52 rojan, ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Nobedarên li Bendava Tişrînê bi wesîleyê salvegerê daxuyanî dan û diyar kirin ku teqez wê veger misoger be.

‘EFRÎN SEMBOLA BERXWEDANÊ YE’

Endama Meclîsa Jin a Kantona Efrîn-Şehba Wehîde Xelîl ku neçar ma ji Efrînê koç bike û heta niha jî ji bo vegerê têdikoşe, di daxuyaniyê de diyar kir ku Efrîn di dîrokê de bûye sembola berxwedan û hevgirtina gel.

Wehîde Xelîl got, "Berxwedana li Efrînê bi hevgirtina gelan destpê kir. Çanda berxwedan û têkoşîna neteweyî ya li Sûriyeyê, herî zêde li vir pêş ket. Şoreş li Kobanê destpê kir û li Efrînê domiya. Gelê me fêrî rêveberiya xwe ya li vir bi sîstema hevserokatiyê û têgihiştina jiyana komînal bû. Pêşketina vê sîstemê bû hedefa polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê. Komkujiya ku li Kobanê pêk hat, berdewama zîhniyeta komkujiya Helepçe û dagirkeriya Efrînê ye.”

LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BERXWEDANA GEL

Wehîde Xelîl, diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye talan û wêranî pêk aniye û bal kişand ser îradeya gel a ji bo vegera Efrînê. Wehîde Xelîl wiha domand, "Dewleta Tirk ji ber ku ji biryardariya gel ditirse, bi her cure rêbazên leşkerî û siyasî dagirkirina Efrînê didomîne. Lê belê berxwedana destanî ya 52 rojan dom kir, îsbat kir ku em ê li hemberî vê dagirkeriyê serî natewînin. Efrîn wê bibe cihê têkçûna dagirkeran.

Li Efrînê jin, zarok û extiyar hatin qetilkirin. Bajar hat talankirin, gel hatin sirgûnkirin. Lê belê teqez em ê vegerin Efrînê û darên xwe yên zeytûnan ji nû ve şîn bikin. Pergala ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye avakirin demkî ye, têkoşîna me mayînde ye. Şêniyên Efrînê modela Rêveberiya Xweser bi berdewamî li koçberiyê jî bi têkoşîna xwe berdewam dikin. Berxwedan didome.”