Sîxurên dewleta Tirk di destê QSD'ê de ne

Hêzên ewlekariyê yên li Eyn Îsayê, 28 sîxurên ku agahî didan dewleta Tirk girtin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, hêzên ewlekariyê yên navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê, kesên ku ji bo dewleta Tirk dişopandin û di encamê de komek îstîxbaratê ya 28 kesî ku yek jê jin e hate girtin.

Endamên koma îstixbaratê ya ku hêzên ewlehiyê girtin, li xwe mikur hatin ku ew ji bo artêşa Tirk û çeteyên wê dixebitin, agahî ji nuqteyên leşkerî yên li herêmê, navendên rêveberiyê, kesayetên di nava hêzên leşkerî û rêveberiyê de cihê xwe digirin, kom dikirin û dişandin ji artêşa Tirk re.

Her wiha endamên koma îstixbaratê got wan bi piştgiriya îstixbarata dewleta Tirk li Eyn Îsayê gelek teqîn pêk anîne.

Berpirsê komê beriya ku derbasî Sûriyê bibe, li gelek kampên sîxuran ên li hundirê Tirkiyeyê perwerde dîtiye.

Navên sîxurên komê wiha ne: Mihemed Casim Hesûn (Ebû Esaf), El-Mutesim Billah Hemîd El-Hebîb, Mihemed Casim Yehya, Ehmed Casim Yehya, Hesen Mihemed Ibo, Salih Hesen Ebdullah, Raşid Hisên Şerîf, Neda Mistefa El-Ibo, Îbrahîm Remezan Xelef, Îmad Hesen Elî yê bi navê (Şengalî) û bi eslê xwe ji Iraqê ye, Ebdulezîz Zêd El-Salim ê bi navê (Doşka), Ebdulezîz Îsa Casim, Elî Şêx Diêbis, Ehmed Elî El-Xidir, Mensûr Xefan ê bi navê (Ebû Dêr), Îbrahîm Mihemed El-Telcî yê bi  navê (Sêf), Ebdil-Muimin Iwês Mûsa, Ziyad Mihemed El-Telcî, Elî Hisên El-Casim, Şehûd Mihemed El-Emûrî, Mihemed Îdan El-Hiwêdanî, Ebdulmecîd Mihemed Şihab, Ebdullah Silêman Silêman, Hisên Mihemed Reşîd, Ebdulrezaq Elî Heman, Xidir Nurdîn Sadiq, Îsa Ebdul Îsa û Xelîl Zahir Mihemed Elî.