Sivîlên taxên Qedîsiyê û Direiyê derbasî herêmên ewle hatin kirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê rizgarkirina sivîlên taxên Qedîsiyê û Direiyê yên Reqayê, weşand.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê rizgarkirina sivîlên taxên Qedîsiyê û Direiyê yên Reqayê, weşand.
Gelek sivîlên ji taxên Qedîsiyê û Direiyê yên Reqayê ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, derbasî herêmên ewle hatin kirin.
Yek ji şêniyên taxa Direiyê di rê de axivî û anî ziman, ku ji bo taxa wan bê paqijkirin ew jê derketine û piştre wê dîsa vegerin.
Dayikekê jî got, "Hêzên QSD'ê bi rengekî pir baş pêşwaziya me dikin û me diparêzin."
Kalek jî ji şervanekî QSD'e re dibêje, "Dema me al dîtin, em li wesayitên xwe siwar bûn û em yekser hatin." Û bi dewamî got, "Di rê de mayin hebûn. Duh mayinek teqiya û em pir êşiyan. Lê şikur em baş in."