Sivîlên Eyn Îsayê: Em ê dest ji xaka xwe bernedin

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Eyn Îsayê dewam dikin. Şêniyên Eyn Îsayê dibêjin "Em ê dest ji xaka xw ebernedin" û nerazîbûnê nîşanî dewletên Tirk û Rûsyayê û rejîmê didin.

Êrişên li ser Eyn Îsayê dewam dikin. Bombardûmana li ser cih û warê sivîlan, zerara ji ber obus û hawanan, her wiha teqemeniyên neteqiya ne. Herî dawî ji ber teqîna cismekî nayê zanîn, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn. Doh bi şev jî hawan li cihekî sivîlan ket.

Şêniyên herêmê agahî dan:

"Hawanek li nava xelkê sivîl ket. Li vir hêza leşkerî nîne. Em hemû sivîl in. Ev der warê me ye, xaka me ye. Di vê sermayê, vê zivistanê de em ê bi ku ve biçin? Rûsya ji ber çi hatiye vê derê, çi karê wan li vir heye? Gelo ji bo koçkirina me hatiye, ji bo xiyanetê hatiye? Qaşo ji bo parastina vê derê hatiye, lê bi kêrî tiştekî nayê. Di şerê sibehê de fîşek gihîştin vê derê. Em û zarokên me nikarin derkevin derve. Ev hemû ji ber tifaqa Rûsan e. Cîhan tev dibîne, çima bêdeng e?"

'EM BIMIRIN JÎ EM Ê LI XAKA XWE BIMIRIN'

Dayikeke ji herêmê jî nerazîbûna xwe wiha nîşan da:

"Erdogan çi ji me dixwaze? Ev der warê me ye. Em ji vir dernakeve. Her roj êrişî me bikin jî bila bikin, em ê dest ji warê xwe bernedin. Me ewqasî berdêl dan. Em hîn jî amade ne berdêlan bidin. Em bimirin jî em ê li xaka xwe bimirin. Hebûna Rûsan a li vê derê bi kêrî tiştekî nayê, li ser me û xaka me tifaq kirine. Me li vê derê xwîna xwe rijandine, em ê dest ji xaka xwe bernedin. Zarokên me ne dikarin biçin dibistanan, ne jî bi rengekî hêsan jiyana xwe bidomînin. Bila Rûs û rejîm ji vir derkevin. Rejîm dema ku tengav bû me ewqasî piştgirî da wan, me xaka wan, leşkerên wan rizgar kir. Çima niha bêdeng e û Rûs jî bi Tirkan re tifaqê dike. Ez dayikek im û min sê zarokên xwe da. Pêwîstî pê hebe ez ê hîn jî feda bikim. Ez jinek im, em ê ti carî dest ji vê xakê, van berdêlan û mîrateyê bernedin. Pêwîstî pê hebe ez ê jî rahêjim çekê."