Sîstema perwerdeyê ya zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê guherî

Di Konferansa 1. a Zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo afirandina "nifşên xwedî tecrûbe û têgihiştî" sîstema perwerdeyê hate guhertin. Dest ji rêbaza klasîk hate berdan û li şûna wê "sîstema nirxandinê" hate bicihkirin.

Di konferansê de li ser rêveberiyên zanîngehan û pêşvebirina saziyên perwerdeyê gelek biryarên nû hatin dayin. Armanc ji vê yekê ew e ku nifşên bi tecrûbe û têgihiştî werin afirandin.

Yek ji biryaran ew e ku perwerde li gorî 'sîstema nirxandinê' bê kirin.

Di vê sîstemê de serketina perwerdeyê di asta serketina xwendekaran de diyar dibe. Ji ber vê yekê sîstema nirxandinê beşeke sereke ji aliyên sîstema hînbûn û perwerdeyê ye. Sîstema nirxandinê girêdayî naveroka çalakiya perwerdeyê û rêbazên ku di çalakiya perwerdeyê de tên meşandin û her du hev temam dikin.

Armanc ji sîstema nirxandinê ne jihevderxistina xwendekarên baş û nebaş e û ne xwendekarên serketî û ne serketî ye, lê belê armanca wê ew e ku asta xwendekaran were pêşxistin û kêmasî û şaşiyên heyî bêne çareserkirin. Lê rêbaza ku divê di nirxandinê de were meşandin ew e ku asta xwendekaran bi awayekî adil diyar bike.

Rêbazên ji bo naskirina asta xwendekaran tên meşandin bi giştî girêdayî tecrube û ezmûnên nivîskî, devkî û projeyan e û herî zêde rêbaza ezmûnên nivîskî û tecrubeyan tê bikaranîn. Lê ev rêbaz dihêle ku têkiliya di navbera xwendekar û mamosteyan de dogmatîk be (ango tenê girêdayî keda xwendekar di ezmûnan de). Ji ber vê yekê asta serketinê bi awayekî adil pêk nayê. Bêguman ev rêbaz girêdayî felsefeyên ku bi zanistê re mijûl dibine, nemaze rewşbûn jî rastî gelek rexneyan tê, ev rêbazên tên meşandin jî rastî rexneyan tên.

Ev rewş li pêşiya xebatên ku xwe dispêrin çanda giştî, jiyan û têkiliyên komînal dibe asteng û derbasî xebatên tekakesî dibin û ji xebatên komînal dûr dikevin û hewl didin karê xwe wek tekakesî bi pêş bixin.

Sîstema nirxandinê ku niha tê pêşxistin, qonaxên perwerdeyê ji hev qut nake. Mamoste têkildarî xwendekaran di hemû qonaxên perwerdeyê de ye ango ne tenê di qonaxa ezmûnan de. Mamoste di cih û dema guncaw de bi xwendekaran re alîkar e û xwendekaran ber bi serketinê ve dibe û mijarên perwerdeyê ji xwendekaran re bi rêya rêbazên afirîner zelal dike. Mamoste rêbazên wergirtina agahiyan ji xwendekaran re hêsan dike, ango ne bi wan dide jiberkirin.

Sîstema nirxandinê weke beşek ji Şoreşa Rojava girîng tê dîtin. Çend ji xalên bingehîn ên sîstema nirxandinê wiha ne:

* Berpirsyarî û pêkanîna kar û erkdariyan

* Beşdarbûna di waneyan de û dewamkirina birêkûpêk

* Afirînerî, pisporî û serketin

* Xebatên li gorî sîstema civakî û komînal

* Têgihîştin û şîrove û bikaranîna zanyarî û agahiyan

* Nirxandina dem û derfetan bi şêwazeke rasteqîn û berhemdar

* Xebatên li gorî rêbaz, sîstem û mentiqê