Silêman Cafer: Çareseriya me yekrêziya Kurdan e

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Çareseriya me tenê yekrêziya Kurdî ye. Divê em bibin yek."

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Silman Cafer bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û got, "Rûdanên niha li Kurdistanê diqewimin plankirî ne. Dewleta Tirk ji berê de dixwaze vê herêmê dagir bike. Ji hezîrana 2020'î ve şerê Tirkiyeyê ranewestiye. Niha li Efrînê çeteyên xwe dide şixulandin, hemû deverên dîrokî û şûnwar û kelpûra Efrînê talan kirin û derbasî Tirkiyeyê kirin. Ji ber ku dixwaze her tiştê Kurdan winda bike, ji destpêka şerê Efrînê û heya niha tu carî ranewestiye. Her wiha qirkirna nijadî û guhartina demografîk berdewam e. Piştî ku Efrîn xist binê serweriya xwe, berê xwe dan rojhilata Firatê û ji dema Trump de dixwest ji Serêkaniyê û heya bi Eyn Dîwarê bixe bin destê xwe, lê nekarî."

Silêman Cafer her wiha diyar kir, ku dewleta Tirk bi hinceta ku PKK heye êrîşê dibe ser her deverê û got, "Dema ku ez derbasî Şengalê bû me min dît ku PKK'ê lê nîne. Ji sala 2018'an ve li pêşiya ewqas çepemenî ji Şengalê derket, lê bi vê hicetê êrîş dike. Beriya wê êrîş bire ser Heftanînê û têk çû. Piştî wê li Garê careke din têk çû. Niha êrîşê dibe ser Metîna, Zap û Avaşînê, ser kampa Mexmûr, ku êrîşa li ser Mexmûrê weke êrîşa li ser Kampa Şehbayê ye."

Cafer her wiha bang li qada navneteweyî kir çavên xwe li êrîşên dagirker ên Tirk negirin ku dixwaze partiyên Kurdan hemûyan tine û bike û got, "Çareseriya me yekrêziya Kurdan e."