Serokê YNK'ê: Em ê tawîzê nedin Tirkiyeyê ku hevalên me şehîd xist

Serokê YNK'ê Bafil Talabanî got, "3 hevalên min ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin şehîdxistin. Em ê tawîzê nedin Tirkiyeyê."

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ku li Bexdayê tevlî dîdarek bû. Bafil Celal Talebanî balkêşa ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û got; “PKK ne dijminê meye û peywendiya me li gel wan heye. Em dijminatiya PKK’ê û ti hêzek din Kurd di nav xaka Herêma Kurdistanê de nakin. Êrişên dewleta Tirk yên bi rêya dironan dewam dikin, 3 hevalên min ku dijî DAIŞ’ê şer kiribûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin şehîd xistin. Ji bo vê pêwîste Tirkiye karê xwe yê îstîxbaratî û leşkerî berçavan re derbaz bike.”

Bafil Talebanî di dewamê de behsa biryara Dadgeha Federal ya Iraqê kir û got; “Ji ber ku di salên dawî de li Herêma Kurdistanê hilbijartin ne bi edalet pêk dihatin, biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya derbarê yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî giran bû.”

Talebanî di dewamê de got ku hinek aliyên siyasî dixwazin hêzên Emerîka ji Iraqê derbikevin, lê divê li gorî peymana nû, Emerîka û Brîtanya li Iraqê bimênin û wiha pêde çû; “Divê Emerîka vê yekê bizane, Iraq dixwaze di çarçoveya berjewendiyên Iraqê de peywendiya xwe bi hemû welatan re çêbike û pêwîste Waşînton jî ji rewşa Iraqê fam bike.”