Serketina QSD'ê li Qamişloyê tê pîrozkirin

Serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, li Qamişloyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê tê pîrozkirin.

Serketina dîrokî ya QSD'ê ku 23'ê Adarê li dijî DAÎŞ'ê ragihand, li Qamişloyê li Stada 12'ê Adarê bi merasîmeke bi heybet tê pîrozkirin.

Pîrozbahî bi pêşengiya QSD'ê bi dirûşma "Me soz da û em bi ser ket" pêk tê. Hêzên Ewlekariya Navxweyî û tîmên Hawarî jî ewlekariya pîrozbahiyê dikin.

Qada merasîma leşkerî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, şehîdên azadiyê û alên YPG, YPJ û QSD'ê hate xemilandin.

Malbatên şehîdên kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi merasîma leşkerî dest pê kir.

Tê payin ku fermandarên YPG û YPJ'ê li pîrozbahiyê biaxivin.