Serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Qamişlo hate pîrozkirin

Li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya ‘Me biryar da, em bi ser ketin’ merasîmeke bi heybet li Stada 12’ê Adarê hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya Hêzên Leşkerî Hesen Qamişlo axivî. Qamişlo got: “Di çeperên şer de me gelek şehîd dan. Bi saya wan em gihiştine vê serkeftinê. Em vê serkeftinê li şehîd û gaziyên xwe pîroz dikin. Hê têkoşîna me bi dawî nebûye. Ji ber ku beşeke axa me di destê dagirkeran de ye. Ji bo em gef û êrîşên li ser axa xwe rakin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Piştre li ser navê Fermandariya YPJ’ê Sema Efrîn axivî û got: “Em vê serkeftinê li Rêber Apo, li hemû şervan û şehîdên xwe pîroz dikin. Em 5 sal in li ber xwe didin. Ji Kobanê heta Reqa û Baxozê em bi ser ketin. Ev serkeftin bi saya Arîn Mîrkan, Barîn Avesta û bi hezaran qehremanên wekî wan pêk hatiye.”

Li ser navê Saziya Malbata Şehîdan, Hêvî Seyîd jî got: “Em vê serkeftinê li Fermandar Mahsûm Korkmaz jî pîroz dikin û em di salvegera şehadeta wî de, em wî bi bîr tînin.”

Li ser navê Meclîsa bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo jî diyar kir ku di vê stadê de di 12’ê Adara 2004’an de zarokên wan şehîd bûne û got “Em vê serkeftinê Ii wan û li hemû şehîdan pîroz dikin.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Amara, Koma Şehba, Koma Cûdî û Koma Botan bi dawî bû.