Serhildana Qamişloyê di sala 19'an de ye -I

Di ser komkujiya li Qamişloyê re 18 sal derbas bûn, ku rejîma Baasê 12'ê Adara 2004'an de kir. Ji şahidên bûyerê Hemdîn Nebî diyar kir ku gelên rabûn serhildanê bûne yek û got, "Bûyer li Qamişloyê qewimî lê qîrîna me li Efrînê jî deng veda."

12'ê Adara 2004'an ji ber bûyerên piştî maçeke futbolê ya navbera tîmên Fetva û Cîhad, xelkê Qamişloyê li dijî hikumeta Şamê rabû serhildanê. Di ser vê serhildanê re 18 sal derbas bûn. Êşa komkujiya ku hikumeta Şamê kir hîn jî teze ye.

Li Qamişloyê dema ku tîma Fetva ya ji Dêra Zorê û tîma Cîhad a ji Qamişloyê dest bi maça futbolê kirin, hin kesên bi taybetî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin wezîfedarkirin, ji bo dîktatorê Iraqî Saddam Huseyîn û li dijî gelê Kurd dirûşm qîriyan. Şêniyên Qamişloyê jî nerazîbûn nîşanî dirûşman dan. Li ser vê yekê komeke êrişkar ku berê xwe amade kiribû, bi kêr, kevir û çekê êriş bir ser xelkê Qamişloyê. Polîs û leşkerên rejîma Baas jî li şûna dest li êrişkaran werdin, yekser êrişî xelkê Qamişloyê kirin. Di encama gulereşandinê de 2 jê zarok 9 sivîl qetil kirin.

Piştî ku bûyer hate bihîstin, şêniyên Qamişloyê ber bi stada maçê ve meşiyan. Lê belê vê carê bi fermana berpirsyarê wîlayeta Hesekê Selîm Kebûl polîsan gule li girseyê reşandin.

Li ser vê yekê di serî de li bajarên Rojavayê Kurdistanê, Kurd li Şamê û bajarên din ên Sûriyeyê rabûn serhildanê. Di serhildanê de ku bi rojan dewam kir 36 jê Kurd 50 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û hatin girtin.

SERHILDANA MEZIN

13'ê Adarê li Qamişloyê serhildaneke gelekî mezin pêk hat. Bi hezaran mirovên li herêmê li ber Mizgefta Qamişloyê li hev civiyan û ji bo veşartina şehîdan dest bi meşê kirin. Xelkê Amûdê û Tirbespiyê jî ji bo tevlî vê serhildanê bibe berê xwe da Qamişloyê. Ji ber ku hikumeta Şamê rê li çûn û hatinê girt, piraniya mirovên li van herêman neçar man ku bi meşê xwe bigihînin Qamişloyê. Ji ber hêrsa gel, Baasê neçar ma saziyan vala bike û bireve.

Piştî ku rejîma Baasê gule reşand, nûnerên partiyên ku niha di bin sîwana ENKS'ê de li hev civiyan e û nêzî PDK'ê ne, dest ji cenazeyên şehîdan berdan û reviyan.

Girseya ji 600 hezar kesî li gel êrişan jî cenazeyên şehîdan birin goristanê û spartin axê.

XELKÊ REOJAVA RABÛ SER PIYAN

Gelê Kurd di serî de li Qamişloyê, li Dêrik, Amûdê, Hesekê, Kobanê, Efrînê, taxên Kurdan ên li bajarên Reqa û Helebê rabû ser piyan.

Serhildana Kurdan roja 13'ê Adarê yekemcar li paytext Şamê jî belav bû.

Hêzên çekdar ên dewletê bi çekê û komkujiyan bersiv dan Kurdan ku Kurdan daxwaza bidawîkirina komkujiyan, berdana girtiyan û bicihanîna mafên gel dikir.

Li hemberî vê êrişa dawî ku sebra Kurdan fûrand, li Dirbêsiyê û Amûdê peykerên Hafiz Esad hatin hilweşandin û avahiyên hikumetê yên li Kobanê hatin dorpêçkirin. Kurdan bi vî rengî bersiv dan êrişên dawî yên rejîmê.

Ji şahidên bûyerê Hemdîn Nebî qala rojên êrişê kir:

"Alîgirên tîma futbolê ya Fetva ya ji Dêra Zorê ji bo êrişî me bikin hatibûn. Bi kêr, keviran êriş kirin û xwestin lînç bikin. Di heman demê de gotinên bêexlaqî ji siyasetmedarên Kurd re digotin. Wezîfedarên rejîmê tenê li êrişan temaşe dikirin, dest li wan wernedidan. Hinek kes birîndar bûn. Piştre jî hêzên rejîmê gule li alîgirên Kurd ên li stadê reşandin."

'SELÎM KEBÛL FERMAN DA, WÎ BI XWE JÎ GULE BERDA'

Hemdîn Nebî anî ziman ku nêzî saetekê ew li beşa stadê ya alîgirên Cîhad lê bû asê man û got, "Em di nava wê îzdihamê de man. Piştre jî berpirsyarê wîlayeta Hesekê Selîm Kebûl h at û ferman da leşkerên rejîma Sûriyeyê ku guleyan bireşîne. Wî bi xwe jî debanceya xwe kişand û fîşek berda. Leşkerên rejîma Esad her wiha bi ço êrişî xelkê li wir asê mabû, kirin. Saziyên medyayê yên ser bi rejîmê ve ragihand ku 3 zarok li wir li binê lingan ecizqîne û mirine. Lê belê ne sê bû, hingî 6 kes şehîd ketin."

'TEVÎ ASTENGIYAN JÎ ME ŞEHÎDÊN XWE WERGIRT'

Hemdîn Nebî diyar kir ku hin siyasetmedarên Kurd xwestin li pêşiya merasîma veşartina şehîdan bibin asteng, lê belê gelê Kurd ev qebûl nekir û tevî hemû astengiyan jî cenazeyên şehîdan birin goristanê û got, "Gelê Kurd şehîdên xwe bir Mizgefta Qasimlo û piştre jî xwest veşêre. Ji Enteriyê heta navenda Qamişloyê leşkerên Esad hatibûn bicihkirin. Kolan, tax tijî leşker bûn. Piştî ku em gihîştin Mizgefta Qasimlo me cenazeyên şehîdên xwe wergirtin."

Hemdîn Nebî got, "Ji ber komkujiyê em gelekî êşiyan. Lê belê yekbûna gelê Kurd em kêfxweş kiribû" û destnîşan kir ku gelê Kurd bi ruhê yekîtî û hevgirtinê tevgeriya.

'MEHEKÊ Û 17 ROJAN GIRTÎ MAM'

Nebî destnîşan kir ku bûyer li Qamişloyê qewimî be jî li Efrînê deng veda û anî ziman ku ew bi xwe di dema bûyeran de ji aliyê rejîmê ve hate girtin.

Nebî li ser pêvajoya zindanê wiha axivî, "13'ê Adarê dest bi girtinê, dîlgirtinê kirin. Di nava rojekê de bi dehan mirov hatin girtin. Ez û birayekî min mehekê û 17 rojan, 3 birayên min ên din jî 9 mehan li Şamê di zindanê de hatin hiştin. Gotin têra vegotina kiryarên li zindanê nakin. Ji gotinên bêexlaqî heta bi êşkenceyê bi gelek rê û rêbazan zilm li me kirin. Ji xwe di 12-13'ê Adarê de Kurd li mala xwe ranedizan, her kes li qadê belav bûbûn. Meh û nîvek bi vî rengî dewam kir."

HER SAL MAÇA FUTBOLÊ TÊ LÎSTIN

Hemdîn Nebî ragihand ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya biratiya gelan îro ketiye meriyetê û her sal di 12'ê Adarê de di navbera tîmên Dêra Zorê û Qamişloyê maça futbolê tê lîstin. Hemdîn Nebî got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya biratiya gelan pêk hat. Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkez di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi biratî dijîn."

'HER SAL ŞEHÎD TÊNE BÎRANÎN'

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navê stada ku komkujî lê hatekirin weke 'Stada Şehîdên 12'ê Adarê' guhert.

Serhildana Qamişloyê ya 2004'an bû bingeh ji Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re.

Şehîdên Serhildana 12'ê Adara 2004'an ji sala 2005'an û vir ve her sal êvara 11'ê Adarê ji xaliyşê xelkê Qamişloyê ve bi vêxistina findan têne bîranîn. Di 12'ê Adarê de jî xelkê bajêr saet di 11:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê şehîdan bi bîr tîne.

Sibe: Ji Serhildana 12'ê Adarê ber bi Newrozê ve