Serçeteyê ku AKP'ê ji Lazkiyeyê anî Efrînê hate kuştin

Serçeteyê bi navê Ebû Ahmed ku yek ji çavkaniyên sereke yê medya Tirk bû, li Efrînê hate kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, Ebû Ahmed ku tevlî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bû û yek ji sûcdarên şer ê li Efrînê ye, di encama çalakiyekê de hate kuştin. Çavkaniyên YPG'ê hê li ser mijarê daxuyaniyek nedane.

JI LAZKIYEYÊ ÇAWA HAT EFRÎNÊ?

Ebû Ahmed beriya niha bi du salan, li bejahiya Lazkiyeyê yek ji fermandarên qada 1'emîn Tumena Peravê ya ser bi dewleta Tirk bû. Vî berdevkê AKP'ê Kanûna 2016'an daxuyaniyek dabû AA'yê, gef li Rûsyayê û rejîma Sûriyeyê xwaribû û gotibû, "Em ê mal û gundên xwe bistînin." Serçete Ebû Ahmed got, "Êrîşên hewayî şêweyê jiyana me guherand. Em neçar in niha beşeke zêde ya roja xwe di binê erdê derbas bikin. Em di nava heriyê de dijîn."

DEST JI GUNDÊN XWE BERDA Û ÊRÎŞ BIR SER GUNDÊN KURDAN

Xuya ye, piştî ku êrîşa li ser Efrînê kete rojevê, rejîma AKP'ê ew ji nava heriya li Lazkiyeyê derxistiye. Çeteyan dest ji 'mal û gundên xwe' berdan û êrîş birin ser mal, gund û bajarên Kurdan.