Serçeteyê DAÎŞ’ê El-Haci Alî hate kuştin
Hat ragihandin ku serçeteyê DAÎŞ’ê Abdûlhadî Mahmûd El-Haci Alî hate kuştin.
Hat ragihandin ku serçeteyê DAÎŞ’ê Abdûlhadî Mahmûd El-Haci Alî hate kuştin.
Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku li bakurê Sûriyeyê yek ji serçeteyên DAÎŞ’ê Abdûlhadî Mahmûd El-Haci Alî kuştine.
CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal duh bi şev (17’ê Nîsanê) daxuyaniyek nîvîskî da û got: “Îro di saetên siharê de, hêzên girêdayî navenda DYE’yê rêveberê DAÎŞ’ê û plangerê operasyonan Abdûlhadî Mahmûd El-Haci Alî ku li Rojhilata Navîn û Ewropayê ji êrîşên terorê berpirs e, kuştine.”
Hat ragihandin ku operasyon ji aliyê hêzên DYE’yê vê bi helîkopterê hatiye kirin û hat diyarkirin ku ev êrîş “Piştî nirxandina îstixbarata ku têkildarî komployên DAÎŞ’ê yên revandina rayedarên welatên biyanî” hatiye kirin.