Sekreterê Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jiyana xwe ji dest da

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jiyana xwe ji dest da.

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas di encama nexweşiyê de çû ser dilovaniya xwe. Ebas li dû xwe mîraseke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî hişt. Yek ji têkoşerên herî kevnar li herêmê ye ku ji bo doza Kurd li Sûriyeyê fedakariyên mezin kirin û roleke mezin di yekitiya partiyên Kurd de lîst.

Ebas sala 1946`an li gundê Bêyandûr ê navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye. Ji siyasetmedarên pêşîn bû ku tevlî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû ku 21’ê Çileya 2014’an hate avakirin. Bi helwestên xwe yên nîştimanî li hember siyasetên hin partiyên li dijî doza Kurd, dihat naskirin. Her wiha helwesta wî li hember êrîşên dewleta Tirk, hêzên Kurd û Kurdistanî diyar û zelal bû.

Ebas di gelek boneyan de, helwesta xwe li hember siyasetên dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rave kiriye û gotiye: "Eger Rêber Abdullah Ocalan serbest neyê berdan, hewldanên çareserkirina dozên Rojhilata Navîn, dê bi bin kevin. Ji ber ku ew rêberekî ku nûnertiya gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî dike. Serbestberdana wî, dê bihêle herêm di nava azadî, demokrasî û aştiyê de be."

Mihemed Ebas li gundê xwe Bêyandûr ê navçeya Tirbespiyê were veşartin.