Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir: Hesab ji dewleta Tirk bixwazin

Saziyên sivîl û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku êrîşên SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê 2 sivîl şehîd bûn û 3’ê jî birîndar bûn, şermezar kir û bang kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin.

MINBIC

Li Minbicê Kombûna Jinên Zenûbiya bi daxuyaniyekê sûcê ku dewleta Tirk li dijî endamên saziyên sivîl û herêmên sivîlan, şermezar kir û îşaret pê kir ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Daxuyanî li pêşiya Mala Jinan a bajarê Minbicê hate dayîn û ji aliyê berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Nesrîn El-Elî ve hate xwendin. Bi dehan jin tevlî dayîna daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku dewleta Tirk her tiştên girêdayî mirovahiyê winda kiriye ji ber wê jî kirinên derexlaqî di demên demên dawî de li dijî gelên herêmê zêde kiriye.

QAMIŞLO

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî di vê derbarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefgirtina dewleta Tirk ji saziyên sivîl re sûcekî şer e.

Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Edaleta Civakî ya kantona Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê ve Refîq Ceîl û Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedef kirina dewleta Tirk ji saziyên sivîl re sûcekî şer e û li gorî pîvan û qanûnên nanveteweyî hesab li ser vê yekê tê xwestin.

Her wiha hate piştrastkirin ku ev karekî terorî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye û armanca wê ewe ku aramiya herêmê xira bike, rêxistina DAÎŞ`ê û hemû rêxistinên terorîst çalak bike û mînaka wê jî hedef kirina saziyên edaletê ku endamên rêxistina DAÎŞ`ê û hemû endamên rêxistinên terorîst di wir de têne darizandin.

ŞEHBA

Meclisa Edaleta Civakî ya Efrînê jî bêdengiya herêmî û navneteweyî ya li hember sûcên hikumeta AKP'ê ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê li gundê Til Sûsin a Şehbayê bi amadebûna hejmarek parêzer, dadwer û hiqûqnasan hat dayîn. Endama Meclisa Edaleta Civakî Evîn Hac Hemo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Sûriyê hat kirin ku li gorî qanûnên navneteweyî erka xwe bi kar bîne û li dijî hikumeta Erdogan li dadgeh û saziyên navneteweyî doz veke.

TEBQA

Daxuyaniya Dîwana Edaleta Civakî li Tebqayê jî ji hêla hevserokê wê Mûtez El-Sûdan ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev êriş hemwextî salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat. Ev êrîş li ser lîsteya binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tînê, zêde dibe. Her wiha ev êriş hemwextî pîrozbahiyên gelê me yên salvegera çaremîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ye."

REQA

Piştî şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li Kobanê, daxuyaniya Meclisa Edaleta Civakî li Reqayê ji aliyê berdevkê wê Mûsa El-Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Doza me dozeke edaletê ye, parastina axa me erkê me ye. Çawa ku me di azadkirina axa xwe û welatê xwe ji destê terorên DAÎŞ`ê de bi serketin, em ê di azadkirina axa xwe ji destê dagirkerên Osmanî û desthilata wê ya nû ku ji dîrokê ders negirtin, bi ser bikevin."

Daxuyanî wiha hat domandin: "Divê ev sûc bên belgekirin û radestî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên kirin, da ku ev desthilata Tirk were cezakirin."

HELEB

Dîwana Edaleta Civakî li Helebê di heman derbarê de daxuyaniyek da û tê de civaka navdewletî ji berdewamiya sûcên dewleta Tirk berpirsyar dît.

Daxuyanî li taxa Şêx Meqsûd ji aliyê hevserokê Yekitiya Parêzeran parêzer Mihemed Emîn bi amadebûna bi dehan hiqûqnas, parêzer û endamên Meclisa Lihevanîna Civakî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê ya NY'ê ji parastina sivîlan berpirsyar dibînin û em bang li wan dikin ku berpirsyarî û erkên xwe yên li hemberî dewletên endamên civaka navneteweyî bi cih bînin. Her wiha bang li dezgehên çapameniyê yên herêmî û navneteweyî dikin ku sûcên rejîma Tirk ên li dijî sivîlan û herêmên ewle ragihînin. "