Salvegera damezrandina PKK'ê li Şehbayê bi girseyî hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li herêma Şehbayê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Ji xelkên Efrîn û Şehbayê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê, ji bo silavkirina salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê daketin qadan.

Destpêkê ji gundê Til Qerah ê Şehbayê hate bi Kampa Serdemê bi qîrîna dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana gerîla meşiyan.

Girseya gel piştre jî li qada Kampa Serdemê mîtîngek lidar xist û ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girt.

Piştre jî bi navê rêveberiya Efrîn û Şehbayê Newroz Efrîn û ji Meclîsa Kantoan Şehbayê jî Mihemed Wês axivîn.

Qisekeran salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd pîroz kirin û destnîşan kirin ku bi ruh û coşa damezrandina têkoşîna azadiyê, wê dagirkeran têk bibin.

Di şahiyê de girseya gel govend gerand û li ber stranên şoreşgerî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.