Salvegera 25’an a MLKP’ê li Kobanê hate pîrozkirin

MKLP’ê salvegera 25’an, bi tevlîbûna gelê Kobanê bi girseyî pîroz kir.

Salvegera 25’an a rêxistina Partiya Komunîst, Lenînîst û Marksîst (MLKP) li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna gel bi şeveke şahiyê hate pîrozkirin.

Saziyên Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, PDK, Saziyên Mafê Mirovan a Herêma Firatê, Partiya Çep, TEV-ÇAND, şervanên YPG/YPJ’ê û gelek gazî tevlî şeva şahiya pîrozkirina MLKP’ê ya li Parka Şehîdan a Pirsûsê hate lidarxistin bûn.

Di şahiyê de li ser navê MLKP a Rojava Arjîn Axivî û got: “MLKP’ê ji roja avabûnê heta niha xwe weke rêxistineke Rojava û Bakurê Sûriyeyê dîtiye û tevger kiriye. MLKP di heman demê de partiyeke ya Kurdistanê ye. Li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzim û dîktatoriyê bi dizî xwe bi rêxistin kiriye.Xebatên wan li Bakurê Kurdistan û çiyan dewam dikin. MLKP partiya Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkez û Eremeniyane.”

Piştî sînevîzyona têkildarî salvegera 25’an a MLKP’ê hate nîşandan û şûnde peyamên li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Firat, TEV-DEM, PDKS û Saziya Malbatên Şehîdan hate xwendin.

Şeva pîrozbahiyê bi strangotina Koma Muzîkê ya YPG’ê û Koma Zîlan ve bi gerandina govendê ve bi dawî bû.