SÎHA'yê bombe li wesayitekê barand: 3 kes birîndar bûn
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê bombe li wesayiteke sivîl a li ser rêya Şora Rojava û Şora Rojhilat barand. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
Ji birîndaran ihemed Ewad (53) li nexweşxaneyeke li Dirbêsiyê tê dermankirin. Du kesên din ên bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Hesekê.