Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan bi dawî bû

Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomar Tayyîp Erdogan bi dawî bû.

Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a li Beştepeyê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin, bi dawî bû.

Rêveberê Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalın û Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Hevdîtin bi qasî saetekê domiya û tê payîn ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê civînê de daxuyaniyek nivîskî bide.