Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujiyeke din pêk anî
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa 8 kesên ji heman malbatê qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa 8 kesên ji heman malbatê qetil kir.
Li gundê Sefiya yê Eyn Îsa danê vê sibehê balafireke bê mirov a bi çek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker komkujî pêk anî. Ji heman malbatê 8 kes hatin qetilkirin.
Navê kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman û zarokên bi navê Casim Silêman, Husam Silêman.