Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin

Li bejahiya başûrê Dêrezorê kesên nasnameya wan nediyar jinên ku kuvarkên çolê berhev dikirin gulebaran kirin û 3 jin hatin qetilkirin.

Li bejahiya başûrê Dêrezorê di dema berhevkirina kuvarkên çolê de kesên nasnameya wan nediyar gulebaran kirin, 3 jin hatin qtilkirin û gelek jin jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku 3 jinên hatine qetilkirin ji taxa Teb El Core ya Dêrezorê ne û cenazeyên wan hê jî li bejahiya navçeya El Beşerî ya dikeve başûrê rojavayê bajêr tên hiştin.

Li gorî bîlançoya ji aliyê SOHR'ê ve hatiye amadekirin, di sala 2023’yan de bi sedan mirovên ku piraniya wan sivîl in dema kuvarkên çolê bi buhayên giran dihatin firotin berhev dikirin, di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yan jî teqîna mayinan  de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî SOHR’ê çeteyên DAÎŞ’ê gelek caran şêniyên ku ji bo berhevkirina kuvarkan ber bi herêmên dûr ve diçin dikin hedef.

Di Sibata borî de, di encama teqîna mayina ji aliyê DAÎŞ’ê ve li çola Reqayê hatibû danîn, 13 welatiyên sivîl ku di nav wan de jin jî hebûn jiyana xwe ji dest dabûn.