BI DÎMEN

Li Efrînê zarokekî Kurd kuştin, cenazeyî wî avêtin bîrê

Kesekî ji Idlibê ku li navçeya Cindirêsê rûdinê, zarokekî Kurd ê 15 salî kuşt û cenazeyî wî avêt bîrê. Malbata Ehmed Xalid diyar kirin ku heta ku kujer bê girtin wê cenazeyê xwe veneşêrin.

Li Efrîna ku di din dagirkeriya çeteyên delweta Tirk de ye her roj bûyerên kuştin, revandin û êşkenceyê diqewimin. Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandin ku şêniyekî Ereb ê bi navê Yamen Ehmed El-Îbrahîm ji gundewarê Idlibê ye zarokê Kurd Ehmed Xalid yê 15 salî kuşt û avêt bîreke avê ya li ser rêya gundê Tel Salûr a navçeya Cindirêsê.

Hate hînbûn ku kujer Yamen El-Îbrahîm di nanpêjxaneyeke bavê qurbaniyê de dixebitî.

Piştî bûyerê malbata Xalid diyar kir ku sibê saet di 9’ê sibehê de li ber navenda çeteyên girêdayî Asayîşa Sivîl a Efrînê kom bibin û destnîşan kirin ku heta ku kujer negirin û hesab jê nepirsin ew ê cenazeyê kurê xwe veneşêrin. Malbatê bang li gelê Efrînê kir ku li dijî zilm û zordariyê li hev kom bibin û daxwaza rawestandina binpêkirinan bikin.