Çeteyan li Efrînê 5 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAÎŞ’iyan pêk tê, yek jê ji Helebê û 4 jî ji Cindirêsê ya Efrînê 5 kes revandin.

LI EFRÎNÊ SÛCÊN TÊN KIRIN

Dewleta Tirk çeteyên ji DAÎŞ, El Nûsra ava kiriye li Efrîna ku 6 sal in dagir kiriye, sûcên xwe didomîne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Cîhad Elî (38) ê ku ji gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dersînorkirin, hate revandin.

Çeteyan Mehmûd Hemahim (40), Lezgîn Mihemed (35), Ehmed Mihemed Ebû Sadiq (49) û Rêber Sîdo (35) ên ku ji Helebê hatibûn ber sînor revandin.

Hat ragihandin ku yek ji kesên revandî Mehmûd Hemahim ji Helebê ye û yên din jî ji Cindirêsê ne.