Rûspiyên eşîran: Em li gel QSD’ê ne

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên beşdarî Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê bûn destnîşankirin ku çareserî wê bi diyaloga navxweyî pêkan e û diyar kirin ku ew li gel QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.

Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê civîneke berfireh bi şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb re, bi kesayetên navdar ên ji pêkhateyên herêmê re li dar xist û pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê nîqaş kirin.

Destpêkê dîwana birêvebirina civînê ji koordînatorê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hember Hesen, Rêveberê Meclîsa Rûspiyan a Hesekê Ekrem Mehşoş, Rêveberê Têkiliyan a QSDˋê ya Kantona Cizîrê Alan Hisên, rêveberê Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê Enwer Elî hat avakirin.

Di civînê de behsa pêşeroja Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşeroja gelê wê hat kirin. Di axaftinan de hat gotin qonaxa bê êdî qonaxa diyaloga navxweyî ya Sûriyeyiyan e û teqezî bi hevgirtina civakî, xurtkirina eniya hundirîn hat kirin.

Her wiha bal kişandin ser herêmên QSDˋê tê de ku xwedî taybetmendî ne ku wê bihêle derbasî qonaxeke din bibin. Hate diyarkirin ku divê hemû hevgirtî bin, ji bo berjewendiya gelên herêmê bixebitin, li hemberî xîtaba nefretê bisekinin û hişyariyê di nava ciwanên li herêmê de belav bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran jî nîqaş kirin. Di nîqaşan de rûspiyên eşîr, şêx û pêkhateyên herêmê diyar kirin ku hevgirtina civakî, şerkirina li dijî xîtaba nefretê û diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bingeha avakirina Sûriyeyeke nû ye ku mafên pêkhateyên herêmê werin parastin.

Beşdaran di nîqaşên xwe de diyarkirin ku ew li gel QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.