Rûspiyên Şehbayê banga serhildanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kirin

Rûspiyên eşîrên Şehbayê bang li hemû gelên di bin serweriya dewleta Tirk de kirin ku serî rakin û nebin parçeyek ji kuştina qirkirina gelên Sûriyê.

Rûspiyên Eşîrên Şehba Hec Nedîm El-Sadêq, Îbrahîm Elî Ibin Mûse, Hesen Ehmed Rimo diyar kirin Sûriyê ya gelê Sûriyê ye û hebûna Tirkiyê li Sûriyê dagirkerî ye. Ji ber vê bang li gelên Sûrî û eşîran kirin ku serî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hil din, tu carî nebin parçeyek ji qirkirina gelên Sûriyê.

Rûspiyê Eşîra Dimlî Hec Nedîm El-Salêq bal kişand ser ewlehiya herêma Şehba û got, ''Ger ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û dewleta Tirk bi xwe ve êriş çênebin gelê herêma Şehba bi aramî û ewlehî dijîn. Lê piştî van gefan gel bi derd û xem e, ji ber wê ji bo ku gelê me bi aramî û aştî bijî, me biryar daye ku em li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin û tu carî serî ji dagirkeran re netewînin, ji ber Sûriyê ya gelê Sûriyê ye.''

El-Sadêq di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir çeteyên DAÎŞ'ê li ser sînorên Tirkiyê bû, lê belê  dewleta Tirk êrişa wan nekir, ji ber ku bi wan re hevkarî dikir. Lê ji ber ku em li herêma Şehba bi rihê biratiya gelan bi hev re dijîn, dixwaze êriş bîne ser herêmê.

Îbrahîm Elî Ibin Mûse Rûspiya Eşîra Betûş a herêma Şehba bang li hemû sazî û rêxistinên nevneteweyî kir û diyar kir Tirkiyê dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike û bi destê zarokên Sûriyê dixwaze gelê Sûrî koçber û qetil bike. Betûş got, ''Em dikarin bibêjin ku şoreşa Sûriyê di 3'ê pêvajoyan re derbas bûn, di destpêkê de xwestin rejîma Sûriyê birûxînin, piştre dest bi dizî û talankirinê bû û niha û piştî ku bi serneketin bi destê Tirkiyê dixwazin Kurdan qetil bikin. Ji ber wê gelê herêma Şehba em ê  bi tundî li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û tu carî nahêlin herêmên me ji aliyê dewleta Tırk ve were dagirkirin."

Di dawiya de jî Hesen Ehmed Remo yek ji Rûspiyên eşîra Dîden jî got, ''Em dibînin ku li Efrînê, Ezaz û herêmên din çawa dewleta Tirk zimanê Tirkî li ser xelkê herêmê ferz dike û çawa demografiya herêmê dugherîne. Ji ber wê banga min li hemû gel û rûspiyên eşîran e ku di bin serweriya dewleta Tırk de ne, bila serî hildin û tu carî nebin parçeyek ji qirkirina gelên Sûriyê. Li dijî dagirkeriya Tirk em ê jî tu carî bêdeng nemînin û em ê bi tundî li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.''