Rûspî Raxib El Faris: Êrişa li ser girtîgeha Hesekê komplo ye

Rûspiyê eşîra Qebîla El Zubeyid Raxib El Faris diyar kir ku êrişa li ser girtîgeha Hesekê û êrişên dewleta Tirk ên heman demê yên li ser herêmê nîşan didin ku komployek ji derve hatiye amadekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Rûspiyê eşîra Qebîla El Zubeyid Raxib El Faris li ser êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê li dijî girtîgeha Xwêranê ji ANF'ê re axivî.

Raxib El Faris diyar kir ku êrişa li Hesekê plankirî ye, bi piştgiriya dewleta Tirk hatiye kirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkbirina projeya neteweya demokratîk e. 

Şêx Faris destnîşan kir ku pêwendiya vê êrişê bi hevdîtinên li Astanayê heye û got, ji ber ku har cara li hev dicivin, piştî wê komployekê tînin serê gelên Sûriyeyê bi taybetî jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

El Faris ragihand ku êrişa li ser girtîgeha Xwêranê, bicihkirina hêzên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Til Temirê, Serêkaniyê, êrişên li ser gundê Mişêrfê, rojhilatê Eyn Îsayê, êrişa li Şengalê nîşan didin ku li pişt vê komployê dewleta Tirk heye û armanc jî têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Raxib El Faris işaret bi metirsiya girtîgeh û kampan kir ên ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne û anî ziman ku deverên bi vî rengî mîna mayineke demkî ne. Raxib El Faris bi bîr xist ku li gel bang û hewldanên Rêveberiya Xweser jî dewletên ku DAÎŞ'iyên welatiyên wan li van deveran e, xwe nadin ber wergirtina wan.

Raxib El Faris bang li civaka navneteweyî û hêzên koalîsyonê kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û her dewletek jî welatiyên xwe werbigirin û li welatê xwe dadgeh bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Raxib El Faris bang li xelkê Hesekê ku vî şerê taybet ê li ser medya dîjîtal ji nava xwe derxîne û kesên nenas li nava xwe bi cih nekin, ku QSD karibe herêmê ji çeteyan paqij bike.