Ronahî Şengal: Şoreşê mîna agirekî her kes li dora xwe kom dikir

Şervana YPJ'ê Ronahî Şengal bal kişand ser taybetmendiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir, mîna agirekî civakê li dora xwe kom dike.

Şervana YPJ'ê Ronahî Şengal ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û sala 2014'an tevlî nava refên YPJ'ê bû.

Şervana YPJ'ê qala serpêhatiya xwe kir:

"Şerê di navbera hevalan û Cephet El Nûsra û çeteyên din de rû da bandor li min kir, bi vê bandorê tevlî bûm. Min biryar da ku biçim tevlî bibim.

Şoreş weke agirekî bû di nava sermaya zivistanê de ku her kes, her zindî li derdora wê kom dibû. Germahiya hevalan a di nava gel de weke agirekî bû ku her kes li dora xwe kom dikir. Min jî bi vî rengî nas kir. Berî ku tevlî bibim min xwest bi rê û rêbazekê biçim gel hevalan, bi wan re biaxivim, wan bibînim, wan nas bikim. Meşek çêbû, ez jî tevlî bûm. Di wê meşê de weke çûkek ji qefesê derkeve û bifire li min hatibû. Li wir min jiyaneke cuda, dinyayeke cuda dît. Dema ku tevlî nava refên hevalan bûm min hîs kir ku li wir ji dayik bûme. Min gelekî dixwest tevlî bibim, min xwest bibînim ku tevgereke çawa ye, heval ji kê re tê gotin, çima şehîd dikevin, şerê diqewime çi ye? Min xwest rewşê fêhm bikim. Ji ber vê yekê heybeta wan, hevaltiya wan, sekna wan, liv û tevgera wan a li nava gel her bala min dikişand. Bi vî rengî min nas kir û tevlî bûm."