Romanên ku ev 50 sal in li Efrînê li kuçeya Koçeran dijîn li gel hemû hewldanên rejîmê jî bi sîstemê re entergre nebûn, ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi dil û can tevlî pergala federal bûn.
Romanên Efrînî tevlî hilbijartinên komunê yên 22’yê Îlonê bûn û di dîroka Sûriyê de cara peşî xwe di nav hilbijartinê de dîtin û namzetê wan bû hevserokê komun:ê.
Me seriyeke da Kuçeya Koçera û guhê xwe da Şêniyên kuçeyê, ji ber hilbijartinê pir kêfxweş bûn. Hevserokê Komuna Şehîd Dilovan Murteza Hacî Kamber û şêniyên kuçeyê wateya vê ji bo wan çiya vegotin.
Şêniyên kuçeyê gotin heke êrîşek bi ser federalîzma Demokratîk de bibe ew ê jî di şerê parastinê de bin.
LI EFRÎNÊ KUÇEYA KOÇERAN A ROMANAN
Li Efrînê Roman bi hev re li du kuçeyan dijîn; yek ji van taxa Eşrefiyê û ya dî jî li taxa Zîdiyê kuçeya bi navê Koçera. Navê kuçeyê ji navê şêniyên wê tê, ji ber ku romanên Efrînê ji xwe re ‘Koçer’ dibêjin.
Romanên ku li kûçeya Koçeran dibêjin beriya 50 salî ji ber ku xwînî bûne ji Êlihê hatine Efrînê û li vê kuçeya Koçeran bi cih bûne, her wiha diyar dikin ku kûçeyeke dî ya Romanan li taxa Eşrefiyê jî heye.
LI GEL HEMÛ ZEXTA REJÎMÊ JÎ ENTEGREYÎ REJÎMÊ NEBÛNE
Şêniyên kuçeya Koçera ti caran entegreyî pergala rejîma Bees nebûne, dema ku mirov pirsa serdema rejîmê dike dibêjin ji ber ku Kurd û Koçer bûne rejîmê gelek zext li ser wan kirine û wiha dibêjin, ‘’Me nikarîbû bi dilekî rehet li malên xwe rûnin, bi ser malên me de digirti nû em dibirin. Dixwestin taxa me belav bikin. Ji ber ku em ne weke wan bûn. Em ne Ereb bûn û ne jî em li gorî pergala wan diçûn. Em hem Kurd û hem jî Koçer bûn.’’
HEZKIRINA WAN A LI OCALAN Û ŞOREŞÊ
Şêniyên kûçeya Koçeran ji 2011’an ve ji bo Şoreşa Rojava xebitî ne.
Çi kesê ku em bi wan re axivîn behsa hezkirina xwe ya li Rêberê Gelan Abdûllah Ocalan dikin û dibêjin, ‘’Heke ne ji Rêber Apo bûya em ê şepirze bibûna’ û bi domdarî; ‘’Em ji destpêka şoreşê ve di nav de ne. Şehîdên me hene. Em di nav YPG’ê û asayişê de ne. Li çiyan gerîlayên me jî hene.’’
KURDÊN EFRÎNÊ JÎ DESTEKÊ DIDINE KOÇERAN
Romanên li kûçeya Koçeran pir kêfxweş in ku di nav Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de cih digirn û bawer dikin ku federasyona demokratîk wê bi ser bikeve
Namzetê Koçeriyan ku di dîroka xwe de cara pêşî tevlî hilbijartinê bûne, namzetê wan Murteza Hacî Kamber di hilbijartina 22’yê Îlonê de bû Hevserokê Komuna Şehîd Dilovan.
Di hilbijartina komunê de dengên Kamber û namzetekî Kurd weke hev derketine lê ji bo ku Hevserokê Komunê bibe nûnerê Kuçeya Koçeran ê Kurd xwe vedikişîne. Kurdên Efrînî jî dixwazin ku ji Koçeran jî di nav pergalê de nûnertiya wan hebe.
Murteza Hacî Kamber, Hevserokê Komunê wiha dibêje: ‘’Em bawer dikin ku em ê karê xwe baş bikin û di federasyonê de hemû heqê xwe bistînin. Di dîroka Sûriyê de me pir zext dîtin. Me nikarîbû bi rehetî li malên xwe rûnin. Dema ku em razane bi ser malên me de digirtin û em dibirin girtîgehê. Şikir ji Xwedê re niha em bi Kurdî diaxivin, em di nav asayişê de ne. Ereb, Kurd û hwd. em hemû bi hev re dijîn. Bila her kes şad û bextewar be.’’
‘EM AMADE NE KU FEDERASYONÊ BIPARÊZIN’
Şêniyên Koçera wiha dibêjin:
Kazim Dede: ‘’Çi ji destê me were em hazir in ku bikin. Şer hewce bike şer. Şer hewce be ez ê rahêjim çekê û biçim şer. Heta niha ez bûme qurban. Ma em çiyê dî bixwazin. Em şad in û welatê me çêbû.’’
Saniye Bahrî: ‘’Heke komuna me baş be welatê me wê xweş be. Bila çavê dijminê me birijin. Sûriye zilm li me dikir. Ji ber ku em bi Kurmancî dipeyivîn li me dixistin em davêtin zindanan.’’
Hanim Dede: ‘’Em baş in û hem hemû Kurd in û yek in. Hêvî dikim ti xirabî bi miletê Sûriyê neyê. Em bi Kurdên Tirkiyê û Sûriyê re ne. Bila Erdogan serê xwe ji me neêşîne em baş in.’’
Dêwar Şêxo: ‘’Em bi hevserokê xwe yê komunê şanaz in. Em hemû dostên hev in. Em bi pergala xwe ya federal şanaz û şad in. Ez ê serbest bim û li dinyayê bigerim. Federalîzm azadiya min e û azadiya Rêber Apo ye.’’
Ramazan Bayram: ‘’Li gelê me pîroz be. Ev ji bo me tiştekî pir xweş e. Li ser ser û çavê me cihê xwe heye.’’