ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Kuştina Êzidiyan heta vê serdemê jî dewam kir. Çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an êrîş birin ser Şengalê û xwestin Fermana 74'an li civaka Êzidî rakin.

- Li Bedlîsê, bi hezaran kes ji ber şikêşî, verşê û navçûyinê vê mehê çûn nexweşxaneyê. Doktor Fatîh Şanli got, tenduristiya gel ji nedîtî ve tê.

- Sakîne Rûs ku demeke dirêj e li ser Kurdan lêkolînê dike, ji bo bibe beşek ji berxwedana li Kurdistanê tevlî Çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê bû.

- Dengbêj Naîf Munisî ku bi sedan klamên xwe hene got, dengbêjî dîrok û çanda gelê Kurd e.