Rojavayî di sala 44'an de qalê dikin bê PKK çawa nas kirin -2

Şêx Mişmiş ku li Reqayê di navbera salên 1979-1980'î tevlî karên avabûnê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû, diyar kir ku wê demê wan ji gerîla û şehîdan hêz werdigirt.

Têkoşîna Azadiyê ya Kur dku 27'ê Mijdara 1978'an bi pêşengiya komek ji şoreşgeran dest pê kir, dikeve sala 44'an. Welatparêzên Rojavayî bi wesîleya sala 44'an qalê kirin bê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd çawa nas kirin, bi çi rengî tevlî nava refên têkoşînê bûn û bîranînên xwe vegotin.

Şêx Ehmed Hemo yê ji Kobanê ku bi navê Şêx Mişmiş tê naskirin, di sala 1975'an de ji ber sedemên aborî koçî bajarê Reqayê kir. Li wê derê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Bi vî rengî qala bîranînên xwe yên li wir kir: "Li Reqayê em komek ji hevalên ciwan bûn. Sala 1979'an ketim bin bandora stranên neteweyî yên hunermendên Kurd Şivan Perwer, Gulistan û Aram Tîgran. Wê demê partiyên cuda jî hebûn, lê belê ji aliyê xwegihandina civakê û ciwanan ve xurt nebûn. Wê demê agahî hat ku li Bakurê Kurdistanê partiyek ava bûye. Ji ber ku kesî nas nedikir, her kesî bi rengekî cuda qala vê têkoşînê dikir.

Di navbera salên 1979 û 1980'î de li bajarê Reqayê piraniya wan ji gundên Kobanê nêzî 30 ciwanên bi hesta neteweyî li hev civiyan. Wê demê fikrekî me yê nêzî partiyekê tune bû. Tenê em xwedî wî fikrî bûn ku piştî rizgarkirina Başûr û Bakurê Kurdistanê wê Rojava bê rizgarkirin. Hewl hate dayin ku komek ji ciwanan derbasî Başûrê Kurdistanê bibe."

DEMA KU OCALAN NAS KIR

Şêx Ehmed Hemo anî ziman ku sala 1984'an li Reqayê dest bi kar kir û got, "Di sala 1985'an de yekemcar Pêngava 15'ê Tebaxê li Reqayê hate pîrozkirin. Bi vî rengî têkiliyên me yên bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re dest pê kir. Di sala 1986'an de li Reqayê yekemcar Newroz hate pîrozkirin. Di navbera salên 1986-1989'an de min karên rêxistiniya civakî meşand.

17'ê Gulana 1995'an bû. Komek ji Rojava li hev civiya bûn. Komeke bi şens bû ku wê Rêber Apo bidîta. Ez jî di nava wan de bûm. Rêber Apo dema ku kete odeyê kincên ji rêzê li wî bûn. Nedihate bîra kesî ku rêberek di nava gel de be. Dema ku dihat nava gel, kesî nikarîbû pê derxista ku yekî cuda ye. Nedihate bîra me ku em Rêbertî bibînin."

ÇALAKIYÊN MAF ÊN REWA YÊN JI BO ROJAVA

Şêx Ehmed Hemo sala 1987'an piştî ku li Reqayê pîrozbahiya Newrozê qediya ji aliyê rejîmê ve hate destgîrkirin. Şêx Ehmed Hemo got, "Ji ber civîna piştî komploya 1999'an a li dijî Rêber Ocalan careke din ji aliyê rejîmê ve hatim girtin. Di 23'ê Hezîrana 2003'an de ji bo mafên rewa yên gelên Rojava me proje amade kiribûn û di vê çarçoveyê de me li Helebê çalakiyek li dar xist. Ji her derê tevlîbûn li çalakiyê bû.

Li Reqayê meşeke girseyî hate lidarxistin. Wê demê hatim girtin. Di salên 2005, 2009, 2010'an de hatim girtin. Gelek caran ji aliyê hêzên rejîmê ve hatim destgîrkirin û girtin. Hin malbatên welatparêz ên naskirî timî dibûn hedefa hêzên dewletê. Şert û merc gelekî zehmet bû, lê belê dîsa jî karê me yê têkoşînê nedisekinî. Wê demê weke gel me hêvî û hêz ji gerîlayên li çiyê û şehîdan werdigirt. Bi baweriyeke mezin ji dil û can em dixebitîn."