Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rizgarkirina Kobanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li Kobanê bi beşdarbûna hezaran kesî salvegera rizgarkirina Kobanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li Qada Şehîd Egîd a Kobanê bi hezaran Kurd û Ereb bi hev re 5’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê bi coşeke mezin pîroz kirin. Li aliyê din 6’emîn salvegar Rêveberiya Xweser a Kobanê jî hate pîrozkirin.

LI DIJÎ DEWLETA TIRK BANG

Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziyê Ebdî li ser navê tevger û saziyên li herêmê axivî û wiha got; “Kobanê bû sembola aştî û mirovahiyê, ji wê çirûska rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAÎŞ`ê dest pê kir û heta Baxozê ku xeleka dawîn di şerê li dijî hebûna leşkerî ya DAÎŞ`ê bû, dewam kir. Li pêşiya gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, divê dewleta Sûriyeyê parastina serweriya sînorê wê bike. Em daxwazê ji Rûsya û Amerîkayê her du dewletên garantor ên hevpeymanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bixebitin da ku gefên Tirkiyê rawestînin û mîsogeriya vegera koçberan li herêmê wan bikin.”

‘BERXWEDAN DIDOME’

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro jî axivî û wiha got: "Dîroka rizgarkirina bajarê Kobanê çirûskek e ji gelên herêmê re ku îradeya wan ji hemû alavên leşkerî xurtir e. Hîna berxwedana li dijî damezirînerê DAÎŞ`ê anku Tirkiyê ku hewl dide îro bi hincetên cuda vî bajarî dagir bike, didome."