Rêya stratejîk a Reqayê hate kontrolkirin
Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê rêyeke stratejîk a Reqayê kontrol kirin. Di şer de ji duh û vir ve 72 çete hatine kuştin.
Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê rêyeke stratejîk a Reqayê kontrol kirin. Di şer de ji duh û vir ve 72 çete hatine kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 28'an de ye. Çeteyên DAIŞ'ê xwestin ku duh êvarê êrîşî taxa Hîşam Ebdilmelek a aliyê başurê Reqayê bikin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi vê liv û tevgera çeteyan hesiyan û bersiv dan. Bi vê yekê re şerekî dijwar qewimî û heta danê sibehê dewam kir.
Di encama şer de, 12 çete hate kuştin û maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin. Li vê taxê di şer de 4 şervanên QSD'ê şehîd bûn û 3 birîndar bûn.
Li taxa Reqaya kevin jî, şerê ku ji duh êvarê ve di navbera şervanan û çeteyan de derket, heya niha didome. Li virî jî 9 çete hatin kuştin.
Li aliyê rojavayê Reqayê jî, li taxa El-Diriyê ber destê sibehê şer derket. Li vir 11 çete hatin kuştin û şervanan 3 balafirên keşfê yên çeteyan xistin xwarê. Yek jê kete destê şervanan. Li heman taxê şervanekî QSD'ê şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Reqayê, rêyeke stratejîk û mezin a diçe Mizgefta Kevnar a bi navê "Rêya Seyf Eldewle", ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin. Li vê herêmê, ji duh êvarê û vir ve 27 çete hatin kuştin.
Li başûrrojhilatê Reqayê jî, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate şikandin. Li vir şervanan du wesayit tevî doçkayên li ser û maşîneyeke din a leşkerî ku 10 çete tê de bûn, rûandin. Di encamê de 10 çete jî hatin kuştin.
Li bakurê bajarokê Retlayê jî ber destê sibê şer derket. Li vir 3 çete hate kuştin, termekî çeteyan tevî 2 kleş û BKC'yek çeteyan li herêma di kontrola şervanan de man.