Rêxistina Nûdem alîkariyê dide zêdeyî 30 hezar astengdaran

Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem, di aliyê madî û manewî de alîkariyê dide zêdeyî 30 hezar astengdarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hestiyariya civakî bi pêş dixe.

Li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 hezar û 15, li Herêma Firatê 4 hezar û 19 û li herêma Efrînê hezar û 680, li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê 15 hezar û 500; bi giştî 30 hezar mirovên astengdar hene. Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem di aliyê madî û manewî de alîkariyê dide astengdaran, perwerde dide û civakê jî li hemberî astengdaran bi zanebûn û hestiyar dike. Ev rêxistin sala 2021’an hat avakirin.

Bi armanca mezinkirina rêxistinbûn, alîkarî û piştevaniyê Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem wê 23’ê Cotmehê konferansê lidar bixe. Berdevka rêxistinê Davyan Mehmûd ji ANF’ê re axivî.

Davyan Mehmûd diyar kir ku rêxistina wan hatiye avakirin da ku ji pêdiviyên astengdaran re bibe bersiv, perwerde bide û qadên wan ên jiyanê ava bike, meyzandina civakê ya li astengdaran biguherîne, di nava civakê de cudahiyekê ava bike.

KOMUN BÛN NAVENDÊN PERWERDEYÊ

Davyan bi bîr xist ku bi rêya komunan bi perwerdekirina civakê dest bi kar kirine û got: “Bi avakirina wê re, destpêkê me xwe gihand hejmara astengdarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Piştre bi rêya komunan, me civak perwerde kir û bi hestiyar kir. Di nava civakê de astengdar tevlî jiyanê nedibûn û nedikarîn bi civakê re bibin yek. Malbatên ku zarokên wan astengdar in jî, ev rewş qebûl nedikirin. Zarokên xwe ji civakê îzole dikirin; ji mal dernedixistin, ji zarokên xwe şerm dikirin. Em dikarin bibêjin ku bi rêya perwerdeya di komunan de dihat dayîn û pisporên psîkiyatriyê ev rewş hat derbaskirin. Malbat êdî xwe digihînin Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem û ji bo bizanin çawa nêzî astengdaran bibin yan jî derbarê perwerdekirina wan alîkariyê dixwazin.”

CIHÊN XEBATÊ TÊN AVAKIRIN

Davyan destnîşan kir ku komên wan ên proje û bijîjkên perwerde û psîkolojiyê hene û wiha pêde çû: “Perwerde divê her tim di nava civakê de hebe. Lewma ji bo bi hestiyarkirina civakê, me destpêkê dest bi karê perwerdeyê kir. Bi rengekî piralî perwerde tê dayîna astengdaran û malbatên wan. Perwerdeya teknîkê mîna kompûterê û hunerên karên dest tên fêrkirin. Perwerdeyên ziman ên bingehîn jî tê dayîn. Di encama van perwerdeyan de li gorî şert û mercên her astengdaran yan qadek ku lê bixebite tê avakirin yan jî li navenda me tevlî xebatan dibe.”

DIBIN SEDEM KU TEVLÎ NAVA CIVAKÊ BIBIN

Davyan ragihand ku ew rasterast bi malbat û kesên astengdar re di nava peywendiyan de ne û ev tişt anî ziman: “Gelek kesên astendar ji malên xwe dernediketin. Bijîjkên me yên psîkolojiyê yek bi yek diçin cem malbatan û pê re eleqeder dibin. Ji xeynî vê jî bi malbatan re nîqaş tê kirin. Em hemû astengdarên dixwazin bên navenda me, hembêz dikin. Em naxwazin nêzîkatiyên wisan hebin ku astengdar ji civakê werin razberkirin.

PROJEYA FÎZYOTERAPÎ Û NAVENDA PERWERDEYÊ

Li ser esasê pêdiviyan wê li ser projeyên nû xebat bên meşandin. Bi taybetî ji bo avakirina çêkerên nû, divê mirov li ser şert û mercên jiyana kesên astengdar baldar be û bi vî rengî ava bike. Têkildarî vê yekê me nêrîn, pêşniyar û projeyên xwe pêşkêşî gelek cihan kir, em li benda piştevaniyê ne. Alîkariya saziyên navneteweyî, gelekî sînordar e. Li herêma me zêdeyî 30 hezar astengdar hene. Hejmar têra xwe zêde ye. Tenê bi alîkariyên ji herêmê tên, mirov nikare projeyên tên xwestin pêk bîne. Lewma pêwîstiya me bi piştevaniya saziyên navneteweyî jî dibe. Em dixwazin têkildarî vê yekê hestiyarbûnekî ava bikin. Armanca me ya destpêkê avakirina navenda perwerdeyê û fîzyoterapiyê ye. Her wiha kedên dest ên astengdaran, her sal bi pêşandanan tê nîşakirin. Hem tiştên ku dikin dibînin, bi xwe serbilind dibin hem jî meyzandina civakê ya li hemberî astentdaran tê guhertin.”

Davyan anî ziman ku li her bajarê endamên wan ên bi dilxwazî dixebitin hene û got: “Bi rêya van endamên dilxwaz, em xwe digihînin astengdarên li bajaran û pêdiviyan wan pêşwazî dikin. Di pêvajoya pêşiya me de jî em ê li kampan xwe rêxistin bikin. Bi alîkarî dayînê, em ji astendaran re dibin hêz û piştevanî. Gelek kesên astengdar hebûn ku pirsgirêka wan a ji xwe bawerbûnê hebû û nedizanîn ku çawa tevlî jiyanê bibin. Rêxistina me hestê wan ê ji xwe bawerbûnê pêş xist. Ev yek bû sedem ku malbat û civak jî bi zanebûn nêz bibin û meyzandina xwe biguherînin. Vê yekê jî hêz da astengdaran.

Pêdivî pir zêde ne, lê alîkarî kêm e. Hema bibêje hemû pêdivî ji aliyê saziyên li herêmê ve tên pêşkêşkirin. Alîkariyên ku ji derve tên, ne têrker in. Armanca me ew e ku em qadên jiyanê yên fireh ava bikin, lê hem û mercên şer hem jî nebesiya madî, tu bixwazî nexwazî ji pêşketinan re dibe asteng. Divê civak alîkariyê bide kesên astengdar û bi wan bide hîskirin ku li gel wan e.”

AFIRANDINA HESTIYARBÛNÊ ESAS TÊ GIRTIN

Endama Komîteya Pewerdeyê ya Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem Fehîme Esed jî wiha got: “Armanca me ya destpêkê bi zanekirina malbatan e. Divê em bînin wê astê ku bikarin ji pêdiviyên astengdaran re bibin bersiv. Ne tenê malbatên astengdaran, em xwe digihînin hemû beşên civakê. Ji ber astengdar dema dikevin nava civakê, ne tenê bi malbatên xwe re muhatab dibin, bi civakê re nîqaşên wan çêdibin.”

JI PERWERDEYA ZIMAN HETA HUNERÊ

Fehîme bal kişand ku waneyên bi Kurdî, Erebî û Îngilizî, perwerdeyên branş ên li dibistanan tên dayîn, hunera karên destan û perwerdeya kompûter, teknîk û hwd tên dayîn û wiha bilêv kir: “Perwerdeyên ku tên dayîn, li gorî temen tên diyarkirin. Her wiha beriya perwerdeyê, rewşa tenduristiyê ya her astentdarî li berçavan tê girtin, li gorî wî/ê kesê yan komê bernameyek a perwerdeyê tê amadekirin.”

MIN LI VIR XEYALA XWE PÊK ANÎ

Newroz Ehmed a 17 salî ku ji dayikbûnê ve astengdar e, ev tişt gotin: “Ez kêfxweş im ku qadek a jiyanê heye ku kesên astentdar lê kom dibin. Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem derfetê perwerdeyê da me. Bikaranîna kamerayê xeyalê min û min perwerdeya wê dît. Beriya ku ez werim navendê ez bê hêvî bûm û xwesteka min a jiyanê nebû. Lê bi alîkariya vê rêxistinê, min xwe bi jiyanê girt. Êdî ez hîs nakim ku ez astengdar im. Bi perwerdeyan ez bi zane bûm, bi aram bûm. Astengiya min a fîzîkî heye, lê ez gihiştim wê baweriyê ku ez dikarim bikim. Niha jî ez alîkariyê didim astengdaran û bi wan re eleqeder dibim.”

MIN ASTENGIYÊN XWE DERBAS KIRIN

Mihemed Ebas (22) got ku berê ew ji malê dernediket û tevlî nava civakê nedibû. Ebas ev tişt got: “Bi avabûna Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem civak li gorî berê bi zane bû. Xwe gihand me û kir ku em tevlî jiyanê bibin. Berê hevalên min nebûn, lê niha hene. Ez hatim guhertim. Min dît ku astengiya fîzîkî li pêşiya min nabe asteng û ez dikarim her tiştê bikim. Min astengiyên xwe derbas kirin. Ez weke astengdarekî dema alîkariyê didim astengdaran, bi aram dibim.”