Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan gelek kes revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku polîsên leşkerî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeyên Şiyê û Cindirêsê gelek sivîl revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sivîlan direvîne. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê raporek weşand û tê de qala sivîlên hatine revandin kir.

Di raporê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 3’ê Îlonê de li gundê Termîşa yê navçeya Şiyê Kemal Yûsiv, kurê wî, birayê wî Lokma Yûsif û du kurên wî, tevî ajokarekî meclîsa herêmî ya dagirkeran hatin revandin.

Di 10’ê Îlonê de Xedîca Ebû Ebdo (32) ya dermanfiroş hate revandin.

Di 10’ê Îlonê de sivîlê bi navê Cemîl Hemo bi hinceta ku qasidiya pereyan a şîrketa bi navê Heftaro dikir, hate revandin. Motorbisiklêt û wesayîta wî hate desteserkirin.

Di 10’ê Îlonê de Mihemed Bekir (Mamo Belek) li gundê Qermitliq ê Cindirêsê hate revandin.”