Dewleta Tirk di nava salekê de 37 kes qetil kir
Rêxistina Mafê Mirovan a herêmê Cizîrê ragihand ku ji destpêka sala 2021’an û vir de dewleta dagirker ya Tirk di nav de 17 zarok û tevahî 37 kes qetil kirine.
Rêxistina Mafê Mirovan a herêmê Cizîrê ragihand ku ji destpêka sala 2021’an û vir de dewleta dagirker ya Tirk di nav de 17 zarok û tevahî 37 kes qetil kirine.
Bi rasthatina 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Rêxistina Mafê Mirovan a herêmê Cizîrê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta dagirker ya Tirk ên li dijî herêmên cuda yên Sûriyeyê yên salekê aşkera kir. Daxuyanî li ber avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li taxa Siyahî ya Qamişloyê hat xwendin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma ve hate xwendin. Cuma di destpêka daxuyaniyê de sûcên hovane yên li dijî mafê mirovahiyê yên li Sûriyeyê pêk hatine şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk û komên çekdar qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî gelek sûcên hovane li dijî sivîlan pêk anîne. ”
‘TIRKIYE Û ÇETEYÊN XWE LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN SÛC DIKE‘
Di berdewamiya daxuyaniyê de Cuma anî ziman ku divê hemû sazî û dezgeh li dijî hovîtiya li Sûriyeyê pêk tê raweste û xwedî li peywîra xwe derkevin. Cuma bi dom darî wiha got: “Li gorî Lihevkirina Romayê divê sûcdar li dadgehên ceza yên navneteweyî werin derizandin, bi lez çareyek ji girtiyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî de yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dîtin. Divê çeteyên DAIŞ`ê di dadgeheke taybet de werin darizandin, rewşa malbatên wan ên di kampan de were çareserkirin. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi awayekî aştiyane ku mafên hemûyan re rêz digre û di parêze hevkarî were kirin.“
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a herêmê Cizîrê, sûcên hatine tespîtkirin wihane:
- Sûcê kuştinê: 32 zarok û 21 jin. Sivîlên birîndar bûne 13 zarok û 13 jin.
- Sûcê tecawizê yên li dijî jinan: 2 jin û zarokek û hewldaneke destavêtina zarokeke din.
- Bûyerên xwekuştinê: 28 kes, di nav de 11 jin û 7 kesên kêmî 18 saliyê û endamekî hêzên hikûmeta Şamê. Her wiha 7 kesan hewl da xwe bikuje ku piraniya wan jin in û temenê 2 kesan kêmî 18 saliyê ye.
- Radestkirina 5 jin û zarokan ji Mala Êzidiyan re.
- Kampa Holê: Hejmara qurbaniyan gihaşt 68 kesan, di nav de 24 jin û 11 zarok hene. 169 kes hatin girtin, di nav de 27 jin hene. 26 kes birîndar bûne, di nav de jinek heye. 9 çeteyên DAIŞ`ê yên Ukraynayî serbest hatin berdan. 19 kes, di nav de 15 zarok û 5 jin, radestî hikûmeta Albanyayê hatin kirin. 2 zarok radestî şandeyeke Filistînê hatin kirin. 29 kon şewitîn. Hewldana xwekuştinê ji aliyê jinekê ve û jineke din xwe kuşt. 2 zarok ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin revandin.
- Hejmara qurbaniyên ku di encama şerê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest daye; 100 ku ji wan 27 sivîl, 3 şervanên QSD`ê, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
- Birîndar: 81 kes, ji wan 26 kes sivîl in, 2 endamên QSD`ê, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
- Topbarana ji aliyê artêşa Tirk û komên çete yên çekdar ve; 249 caran: Hejmara qurbaniyên ku jiyana xwe ji dest dan gihaşt 26’an, ji wan 14 zarok, 3 jin û 2 endamê artêşa rejîma Sûriyê.
- Hejmara birîndarên ji ber topbaranê: 55, ji wan 14 jin û zarokek, 3 endamên rejîma Sûriyê, rojnamevanek û şervanekî QSD`ê.
- Binpêkirinên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê: 11 kuştî, ji wan 3 zarok û ciwanek ku li ser sînorê Iraqê hate kuştin û yên ku îşkence û lêdan li wan hate kirin; 31 sivîl, ji wan 6 zarok in.
- Hejmara kesên ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane: 88, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 109 birîndar.
1- Ji ber teqînan: Hejmara qurbaniyên teqînan ku jiyana xwe ji dest dan; 65 kes, ji wan 3 jin, 5 zarok, 5 leşker; ji wan 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, jinek, 2 şervanên QSD`ê, 28 endamên hêzên hikûmeta Şamê.
2- Kesên di encama mayînan de jiyana xwe ji dest dane: 23 kes, ji wan 18 zarok û jinek û 4 endamên El-Dîfa El-Wetenî.
Hejmara birîndaran gihaşt 22 kesan, ji wan 14 zarok û jinek û endamekî hêzên ewlehiyê.
- Bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Tirk: 7 caran, di encama wê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da, ji wan 2 jin in û 8 jî birîndar bûn.
- Hejmara qurbaniyên ku ji ber êrişên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest daye: 105, ji wan 45 sivîl, 7 jin, 13 şervanên QSD`ê, 12 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Erka Xweparastinê, 3 endamên El-Dîfa El-Wetenî û leşkerên hikumeta Şamê û 6 endamên DAIŞ`ê.
- Her wiha 40 kes jî birîndar bûn, ji wan 19 sivîl, rojnamevanek, zarokek, 5 şervanên QSD`ê, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Hêzên Erka Xweparastinê, 10 endamên hêzên hikumeta Şamê û endamekî DAIŞ`ê.
REVANDIN Û GIRTIN
- Sivîlên ku ji aliyê artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine girtin: 144, ji wan 12 jin, her wiha hejmareke mezin ji wan veguhastin girtîgehên dewleta Tirk, 6 ji wan cezayê muebbetê li wan hate birîn û 2 kes serbest hatin berdan.
- Hejmara girtiyên terorîst ji aliyê QSD`ê ve: 285.
- QSD`ê 30 kes ji wan û jineke ku sîxuriya dewleta Tirk dikir, girtin.
- Belgekirina revandina 21 kesan, ji wan zarokek ji aliyê dewleta Tirk û komên alîgirên wê ve li beramberî fidyê hatine revandin.