Di Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd de banga ji bo wergirtina 'biryarên radîkal'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a girtî, peyamek ji Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a 1'emîn re şand û anî ziman ku pêwîstî bi wijdan û edaleta jinê heye. Leyla Guven ji bo wergirtina biryarên radîkal bang kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a 1'emîn lidar xist.

Konferans bi dirûşma 'Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin' pêk hat.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, nameyek ji konferansê re şand.

Peyama Leyla Guven ji aliyê endama TJA'yê Mizgîn Irgat ve hate xwendin.

Leyla Guven diyar kir ku cîhana bi aqlê mêr tê birêvebirin veguheriye girtîgehekê, ku jiyan êdî lê nabe û got, "Eger wê cîhaneke cihê jiyanê bê avakirin, divê civak bi rengekî cuda bê birêvebirin. Bêguman yên ku herî zêde li hemberî rêveberiya heyî ya despotîk, neteweperest û zayendîperest li ber xwe didin, jin in. Demeke dirêj e jin dengê xwe bilind dikin, dixwazin li qadên cemaweriyê hîn bi çalak cih bigirin û aqlê rêveberiyeke demokratîk ava bikin, ji ber ku hêviya civakê jî bi vî rengî ye. Bêguman ev bi hêsanî nabe. Zemîna parlamentê tenê yek ji van e. Her çend Tirkiye dixwaze weke welatên rojavayî bê dîtin jî û destpêkê 18 jin ji parlamentê re hate hilbijartin jî ev rewş bi pêş ve neçû, li paş ma. 'Siyaseta vîtrînê' ya sed salî dewam kir, heta ku Tevgera Siyasî ya Kurd biryara temsîliyeta wekhev da. Meclîsa Tirkiyeyê yekemcar bi coş, wêrekî û nasnameya jinê ya Leyla Zana bû xwedî rengekî nû. Jinên Kurd bi berxwedana ku Sakîne Cansiz di êşkenceyê de nîşan da, bi raperîna ku Bêrîvanan pêşengî jê re kirin, bi sekna fedakar a Zîlan, Sema, Bêrîtan û Arînan a li hemberî xiyanetê, li meclîsê bi meş û gotinên Leyla Zana hatin naskirin. Ev kevneşopî bi demê re kêm nebû, berevajî zêde bû û dewam kir."

PÊWÎSTÎ BI WIJDAN Û EDALETA JINÊ HEYE

Leyla Guven di dewama peyama xwe de ragihand ku li Rojava li ser bingeha şoreşa jinê jiyaneke nû ava dibe û got, "Di wê baweriyê de me ku modela li Rojava li cîhanê wê bibe paradîgmaya jinê ya azadîparêz, demokratîk û ekolojîk. Li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyên jin ên hevalên Leyla Qasim îro jî li nava parlamentê kar dikin û fedakariyeke mezin dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê jinên ku ji bo Komara Kurdistanê têkoşiyan, di şexsê Şîrîn Elemhûlî de li hemberî zextên paşverû yên molayan li zindanan serî natewînin û têne darvekirin. Li cihên bi vî rengî ku ewqasî êş heye, pêwîstî bi wijdan û edaleta jinê heye. Rêya vê jî ew e ku jin li parlamentan û hemû mekanîzmayên biryardayinê cih bigirin. Heta ku li qadên diyarker ên polîtîkayên giştî yên welatan jin nebin xwedî cih, ji bo jinan û civakê tiştekî kêrhatî pêk nayê.

DIVÊ BIRYARÊN RADÎKAL BÊNE WERGIRTIN

Qadên ku jin vala bihêlin wê ji aliyê mêr ên bê wijdan ên desthilatdarîpreest û dijminên îradeya jinê ve bêne dagirtin. Ji ber vê yekê weke jin divê em van qadan dagirin. Ji ber ku li cîhanê hin jin hewl didin sîstemê berevajî bikin. Fîgurên faşîst û nijadperest ên wele Lady Thatcher, Tansû Çîller, Akşener û îro jî Le Pen, Meloni zêde dibin. Ev rewş bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dikare bê teşhîrkirin û civak van jinên weke mêran nas bike. Me jinên Kurd li parlamentê gelek tişt dît. Niha jî û ji niha û pê ve jî divê em bi pratîka xwe dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' pêk bînin. Bi pêşengiya veguherîna demokratîk re divê em bi biryarên xwe bala civakê bikişînin û dilê civakê rehet bikin. Divê jin piştevaniya hev bikin û biryarên radîkal werbigirin. Mînak, biryareke bi vî rengî dikare bê wergirtin? 'Yên ku di qeyda wan de tundiya li dijî jin û zarokan hebe, çi bi devkî çi jî bi nivîskî ti carî nikare bibe parlamenter'. Yan jî 'Kesekî nahêle zarokên keç bixwîne, ti carî nikare bibe parlamenter'."

Leyla Guven anî ziman ku bi zanistiya Jineolojiyê divê ew hem asta navneteweyî hem jî bi çanda xwe plansaziyan bikin û got, "Em jinên Kurd gelekî bi şens in, ji ber ku hevrêyekî me yê weke Ocalan heye. Wî em bi xwe da naskirin. Ez di wê baweriyê de me ku konferansa we, wê serketî be û rê li ber serdema nû bixe. Di karê we de serketinê dixwazim."