Rewşa dawî li eniya Tişrînê

Dewleta Tirk a dagirker li eniya Tişrînê hêzên xwe zêde dike, her wiha cih bi cih bi çekên giran êriş dike. Balafirên keşfê 24 saetan li herêmê digerin. Li eniya Tişrînê berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, QSD û YPJ'ê jî dewam dike.

ENIYA TIŞRÎNÊ

Li eniya Tişrînê balafirên keşfê bê navber digerin û cih bi cih bi çekên giran êriş têne kirin. Veguhestina leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a ber bi herêmê ve jî dewam dike. Berxwedana şervanan jî bênavber dewam dike.

Bendava Tişrînê di bin kontrola QSD'ê de ye, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ji xizmetê derketiye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, QSD û YPJ'ê li hemberî êrişan li ber xwe didin.

Li gorî agahiyan; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê plan dikin ku di ser vê xete re êrişeke dagirkeriyê bibin ser Kobanê. Ev rewş jî girîngiya parastina bendava Tişrînê û herêmê zêde dike.

Bendava Tişrînê ku bi rojan şer lê qewimî, 10'ê Kanûnê ji xizmetê derketibû û Kantona Kobanê bi temamî bê elektrîk mabû.

Dagirkeran 11'ê Kanûnê li ser rêya bendava Tişrînê bombe li ambûlansekê barandibûn û di encamê de ajokarê ambûlansê û birîndarek şehîd ketibûn.

Fermandariya Leşkreî ya Minbicê di 13'ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di nava 3 rojan de 210 çete hatin kuştin, 39 wesayitên leşkerî û 6 tank hatin îmhakirin û 5 ÎHA hatin xistin.

Heman rojê Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê jî dîmenên çalakiyên bersivdanê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weşandibû.