Rêwîtiya bi ajokarekî QSD'ê re

Em li wesayîteke şervanekî QSD'ê siwar bûn. Ji  bajarokê Eyn Îsa em bi rê ketin û me berê xwe dan eniyên pêş ên şervanên QSD'ê.

Em li wesayîteke şervanekî QSD'ê siwar bûn. Ji  bajarokê Eyn Îsa em bi rê ketin û me berê xwe dan eniyên pêş ên şervanên QSD'ê. Ajokar şervanekî ji pêkhatiya Ereb e. Wî ferq kir ku em  bi Kurdî daxivin, stran quliband û da ser straneke Kurdî. Ji xwe ev rêbaz bûye çandek di nav şervanên QSD’ê de;  ajokar Kurd be û yekî Ereb pê re siwar bibe straneke bi zimanê Erebî datînin ser. Di rê de li her cihekî koçberan makîneyên xwe sekinandibûn, ew û malbatên xwe li ber siha makîneyên xwerûniştibûn û li benda rizgarkirin û vegera gundê xwe bûn. 

Şervanê QSDê yê ku ajokarî dikir, dema ku em di her dever û gundekî re  derbas dibûn ji me re digot: "Ha li vir hevalekî me şehîd bû, ha li vê deverê çeteyan erebeyek teqandin."

Em gihiştin qenalên avê, rêjîma Behis pir giranî dabû vê herêma ku axa xwe çol e, bi rêya qenalan, ava çemê Firatê  bejahiya ev gund û mezreyên rojava bakurê Reqayê hemû avî kirine. Em rastî pirên ku hatibûn teqandin hatin û şervanên QSD’ê li gorî derfetên xwe pirên nû li ser qenalên avê çêkirine. Li nêzî gundê Xatoniyê xelk di nav zeviyê xwe de bûn, çandiniya xwe dikirin û dengê guleyan ji der dora gund dihat. Em gihiştin cihê Fermandariya Giştî ya Rojavayê Reqa. Jineke bejinzirav bi bêtêlê diaxivî û perspektîv dida. Piştî çend deqeyan silav li me da.

Rojnamevanekî Elmanî bi me re bû, ji wê hevalê re got em dixwazin herin xeta pêş. Wê hevalê jî jê re got li vê xeta pêş şer heye. Ê Elman lê vegerand got, "Li vir tiştek nîn e, aram ." ’Ew hevala bejinzirav ku jê re digotin hevala Yekbûn bi hêrs li me vegerand got: "Hûn  dizanin ku ev çend roj in bi berxwedaneke çiqas mezin heta me evder ji çeteyan rizgar kiriye ku hûn jî bi rehetî dibêjin tiştek nîne." Di ser vê gotinê re em bêdeng bûn. 

Ew gund hemû nû hatibûn rizgarkirin lê dîsa jî sivîlan xwe li şervanan girtin û vegeriyan gundê xwe.

Şervanên QSD’ê gundê Yemama nû rizgar kiribûn û bendava Azadiyê (Behis) dorbêç kiribûn. Şervan li hev kom bibûn toz û duman li ser rûçikê wan girtibûn.  Xuya bû operesyon nû rawestiya bû û  şervanekî YPG’ê ku bi eslê xwe Frensî ye ser xwe sererast dikir. Kurdiya xwe pir şîrîn bû û ev çar meh bûn ku tevlî nav refên YPG’ê bûbû.  Me jê pirsî bê ku çima tevlî YPG’ê bûye, got: "Ev şer erka mirovahiyê ye, ez hatime Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikim."

Şervanên QSD’ê piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê rizgarkirina bajarê Reqayê ji xwe re kirin armanc, ku operasyon di 11 vê meha Nîsanê de dest pê kiribû û bi dehan gund û bajarokên biçûk ên rojava, bakur û rojhilatê navenda Reqayê ji DAIŞ’ê haitbûn paqij kirin.  Li gel ku çend roj operesyon hat rawestandin jî ji bo rewşa hewayî ya li herêmê, lê dîsa  jî bi hemû leza xwe ber bi bajarê Reqayê ve diçin."