Rêveberiya Xweseriya Demokratîk: Sivîl tên qetilkirin, divê bi lezgîn mudaxele bê kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef û bang li hêzên navneteweyî kir ku sivîlan biparêzin. Rêveberiyê got, "Em ê parastina ax û gelê xwe bidomînin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û komkijiyan li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Armanca wê jî ew e ku ji tevliheviya li Sûriyeyê sûd wergire, ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe.

Îro, careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê armancên xwe yên dijminahiya herêmê eşkere kirin. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyeke din li gundê Sefiya yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê pêk anî û di encamê de 8 sivîlên ji heman malbatê hatin qetilkirin.

Ev komkujî yek ji rêzekomkujiyên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê herêmê ye. Ev komkujî li dijî gelê ku rêxistina terorî ya DAÎŞˋê têk biriye, tê kirin. Ev sûc destnîşan dikin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmê wêran bikin û xelkê wê qetil bikin. Duh, di encama komkujiyeke din a li gundewarê Eyn Îsayê de 12 sivîl hatin qetilkirin.

Em van sûcan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêşî li dagirkeriya Tirk vedike ku sûcên xwe yên li dijî gelê herêmê zêde bike.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku van sûcan belge bikin û wan pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin da ku edaletê ji bo qurbaniyan re pêk bînin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşan helwesteke cidî nîşan bidin, sivîlan biparêzin û şerê li dijî herêmê rawestînin.

Li hember van sûcên hovane, em ê parastina xak û xelkê xwe bikin û bi hemû derfetên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin û planên wan têk bibin.

Îradeya gelê me nayê têkbirin, fedakariya şehîdên me jî dê her ji bo ronîkirina rêya azadî û rûmetê çira bin.”