Rêveberiya Xweser xwedî li peyama Ocalan derket

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û got ku “Ji bo pêkanîna çareseriya ku ew ê jiyana azad ava bike û ji bo xurtkirina xebatên wê xizmetê ji çareseriyê re bike, divê hemû alî tevlê bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê peyama dawîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘PEYAMA RÊZDAR OCALAN GELEKÎ GIRÎNG E’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Parêzerên rêzdar Abdullah Ocalan, piştî hevdîtina bi muwekilê xwe re civîneke çapemeniyê di 6`ê Gulana 2019`an de li dar xist û got birêz Ocalan bal kişand ser vê yekê: “Em di wê baweriyê de ne ku di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne, di çarçoveya yekparebûna Sûriyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyê jî bên dîtin. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fizîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.”

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nameya rêzdar Abdullah Ocalan xwedî derdikevin a ku hewl dide çareseriyan bi rêbazeke diyaloga siyasî û demokratîk peyda bike. Peyama rêzdar Ocalan gelekî girîng e.

Rêzdar Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriyeyê ma, nêrînên wî yên kûr ku xwe dispêre zanebûneke dîrokî ya kûr, der barê pêşketin û bûyerên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de heye.

Berê û heta niha jî em rêyên pêkanîna çareserî û îstiqrarê li Sûriyê bi pêwîstiya parastina yekbûna erdnîgariyî û civakbûnê dişopînin. Nêrîna me ya demokratîk destekê dide destûra demokratîk a ku îstiqrarê pêk tîne û destekê dide yekbûna Sûriyeyê. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser nêrîneke xwe ya aktîf di peydakirina çareseriyê de bi rêya diyaloga rast û berpirsyariyê heye.

Lê derbarê Tirkiyeyê de jî, tevî ku me tu gef li ser wê çênekirin, Efrîn dagir kir û destek da çete û kiryarên guhartina demografîk. Her wiha gelê Efrînê ku beşek ji axa Sûriyeyê ye, hate koçberkirin. Siyaseta Tirkiyeyê ji destpêkê û heta niha derbarê doza Sûriyeyê de, tu çareserî pêşkêş nekirin, lê gef û êrîşên xwe heta niha dewam dike.

Em dibînin ku keda tê dayîn, divê di xizmeta îstiqrarê de be, em beşeke girîng in û piştgira vê kedê ne. Her wiha em, Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de ji bo peydakirina çareseriyan û aktîfkirina xebatên ku xizmeta aştî û çareseriya demokratîk dikin, beşdarbûna hemû aliyan girîng e.”