Rêveberiya Xweser qirkirina siyasî şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan êrîşên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk protesto kirin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan êrîşên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk protesto kirin.
Desteya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan bi daxuyaniyek çapemeniyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî vîna gel û teyînkirina qeyûman şaredariyên HDP’ê şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya endamên Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo û endamên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo li Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ve hat dayîn.
Di daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Silêman Ereb ve li pêşiya şaredariya Qamişlo ve hatî xwendin. Di daxuyaniye de ev tişt hate diyarkirin “Dewleta Tirk di serî de êrîşî hêzên demokratîk ên li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku hatin dagirkirin û yên li Tirkiyeyê dike. Pêkanînên Tirkiyê li dijî hemû nirxên demokratîk e. Hemû kesên ku dijî zihniyeta AKP-MHP’ê dibin mexdûrê êrîşan. Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê şarêdariyên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin tên desteserkirin. Dewleta Tirk a ku li cihê hev şaredarên bi îradeya gelan hatîn bijartin qeyyûman peywirdar dike, di derbarê 82 HDP’iyan de biryara destgîrkirin û girtinê da.
Li Bakurê Kurdistanê ji 59 şaredariyên HDP’ê ku bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wan jî di nav de ku bi vîna gelan hatîn hilbijartin, tenê 6 jê di destê wan de man. Dewleta Tirk a di bin desthilatdariya AKP-MHP’ê de, li dijî îradeya gel û demokrasiyê ye û helwesta wan belavbûna polîtîkayên nijadperestan e.
Em Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan, em piştgiriya xwe pêşkêşî şaredariyên gel û kesên di zîndanan de dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên demokrasî û Netewên Yekbûyî (NY) dikin ku li dijî şovenîzma AKP-MHP’ê dengê xwe bilind bikin.”