Rêveberiya Xweser: 'Plana DAÎŞ'ê ya dewleta Tirk hate pûçkirin

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê ewlehiya herêmê têk bibe û destnîşan kir ku 'plana qirêj' a herî dawî ya li Hesekê hatiye têkbirin.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro têkildarî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Armanca sereke ya êrişê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye.

Careke din îsbat bû ku zîhniyeta dewleta Tirk bi rê ve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye ku xak û mirovan li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirina yekser an jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tune bike.

Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ`î tê de hene. Li gel neparastina hikumeta Şamê sînorên Sûriyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bike. Em fedakariyên şehîdan silav dikin ku li hember DAIŞ`ê li ber xwe didin. Em fedakariyên şehîdan silav dikin û bang li koalîsyonê dikin ku rola xwe pêk bîne û hewl bide tundrawên ji nasnameyên cuda vegerîne welatên wan."