Rêveberiya Xweser: Ji bo parastina destketiyên gel em ê bi vîneke xurt li ber xwe bidin

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk ên doh bi şev weke şêwyek ji qirkirinê pênase kir û got, "Em van êrişan red dikin û ti carî qebûl nakin. Em ê ji bo parastina destketiyên gel û şehîdên xwe bi vîneke xurt li ber xwe bidin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyanî da

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku xewna vejandina DAÎŞ'ê têk çû û piştî ku gelê me bi xwedîderketina li Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlehiyê re plana dewleta Tirk a dagirker li Hesekê têk bir, dewleta Tirk ji bo ku tola wê binketinê hilîne, bi awayekî hemwext herêmên Şehba, Şengal û Kampa Mexmûrê û gundewarê Dêrikê bi balafiran kir hedef.

Ji vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk ji binketina DAIŞ`ê li Hesekê nerazî ye. Her wiha hewl dide careke din aramiya li herêmê têk bibe û zemînekê ji vegera terorê re amade bike.

Lê di dema ku em vê êrişê şermezar dikin de, em bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hemû saziyên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqî dikin ku rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker bigirin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmên me rawestîne. Em lihevkirina agirbestê ya bi dewleta Tirk re pêk hatiye, tînin bîra Rûsya û Amerîkayê. Ev êriş şêweyeke qirkirinê ye ku dewleta Tirk pê navdar e. Em van êrişan red dikin û tu carî qebûl nakin. Em ê ji bo parastina destketiyên gel û şehîdên xwe bi vîneke xurt li ber xwe bidin."