Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînên Ereb a Qahîrê Mihemed Fethî El Şerîf û siyasetmedar û lêkolîner Ehmed Enan der barê modela Rêveberiya Xwer a li Rojava de ji ANF’ê re axivin.
Mihemed Fethî El Şerîf anî ziman ku Kurdan bi ruhê berxwedêr çeteyên hovane yên ji bo tevahiya cihanê gef bû, li Rojhilata Navîn têk bir. Şerîf da zanîn ku ji ber ku QSD hêzekî nîştimaniye û parêzvanên gelên Sûriyeyê ne û axa xwe ji dagirkeran û hovitiya Erdoganê terorîst diparêz e.
‘KOMÊN ÇETE AVA KIRIN‘
Şerîf destnîşan kir ku dewleta Tirk hin kesên ku di sala 2011’an de ji Sûriyeyê veqetiyane perwerde kirin û ji van kesan hêzek bi navê artêşa Azad ava kir. Şerîf diyar kir ku ev kes çete ne û axivî: “Ev hêz tenê li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk dixebitin. Her wiha Qatar jî piştevaniya van çeteyan dikin. Ev kom bi çek û rêxistin kirin li ser Kurdan de şandin. Ligel hemû êrîşên dewleta Tirk û van çeteyan jî herêmên Rêveberiya Xweser ewle ne û mirov dikare bi aram tê de bijî.“
'QSD HÊZEKE NIŞTIMANÎ YE'
Şerîf anî ziman ku dagirkirina xaka Sûriyeyê pilanên taybet ên Erdoganê terorîst e û wiha pê de çû: “QSD hêzeke niştimanî ye, parêzvanên gelên Sûriyeyê ne û axa xwe ji dagirkeran û hovitiya Erdogan diparêze. QSD’ê li dijî terora DAIŞ’ê û têkbirina wê rolekî bingehîn lîst. Xebat û hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo yekbûyîn û çareserkirina pirsgirkên Sûriyeyê hêja ne. Fikir û ramanên wan gelek girîng in. Xwedî hişmendiyek pêşketî ne û rewşê baş analîz dikin.“
'GEL Û AXA XWE PARAST'
Şerîf diyar kir ku gava binpêkirin li ser axa welatekê tê kirin, pêwîste rêveberiya wî welatî parastina gel bike û got: "Ji xwe ev yek li Rojava pêk tê. Çawa ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî Rojava kir, Rêveberiya Xweser li dijî êrîşan gel û axa xwe parast."
Di berdewama axaftina xwe de Şerîf da zanîn ku krîza Sûriyeyê beşek ji bûyerên bilez û bez ên li welatên Ereban qewimîn e ku di mediyayê de bi navê ‘Bihara Ereban‘ dihate binav kirin û ev tişt got: “Bûyer di destpêka meha Kanûna 2010’an de li Tinûsê dest pê kir û heta dawiya sala 2011’an berdewam kir. Di encama bûyeran de gelek ziyan û zirer di aliyê madî û manewî de gihişt welatiyan û rejîmê. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bajar hatin wêrankirin. Hîna jî hinek welatên Ereban ên weke Sûriye, Lîbya, Yemen û Iraq li ber xwe didin. Destwerdana ji derve kar û barên welat xirab kirin. Li Sûriyeyê her ku diçe rewş aloztir dibe. Tirkiyeye jî ji vê rewşê sûd digre. Bi alozî û fitneyê çend cihên Sûriyeyê dagir kiriye.“
Şerîf bal kişand li ser damezirandina Rêveberiyên Xweser û got: "Di destpêka bûyerên sala 2011’an de girîngtirin tişt ew bû ku Rêveberiya Xweser hate avakirin û bandorek erênî li Sûriyeyê kir. Rêveberiya Xweser xwedî armanceke nîştimanî ye. Her wiha li gorî nêrîna min heta niha baştirîn projeyek siyasî li Sûriyeyê ye. Ji ber ku Rêveberiya Xweser xwedî armancên niştîmanî ye û ew aliyê yekane yê ku bi berxwedanî parastina yekbûyîna xaka Sûriyeyê dike û xwedî projeyek demokratîk û federalî ye ji bo siberoja Sûriyeyê."
'HIN HÊZ HENE ALOZIYÊ DERDIXIN'
Siyasetmedar û lêkolînerê Misrî Ehmed Enan jî diyar kir ku terora herî mezin û xeteriya li ser tevahiya cîhanê DAÎŞ bû û wiha axivî: “QSD’ê ev terora ji bo tevahiya cîhanê xeternak têk bir û ji holê xelas kir. Bi rêya Rêveberiya Xwer wê gav bi gav alozî û pirsgirêkên hene wê werin çareserkirin. Li herêmê gelek hêzên biyanî hene û aloziyan derdixin. Ev jî Tirkiye, Rûsya, Iran û Îsraîle. Rûsya daxilî hemû kar û barên Sûriyeyê dibe. Di aliyê destwerdan û biryardayînê de xwedî roleke mezin e. Hemû lêdanên Îsrîlê li dijî Sûriyeyê bi erêkirina Rûsyayê ye. Bi vê yekê diyar dibe ku çawa Rûsya ji bo berjewendiyên xwe serweriya Sûriyeyê dike. Ev jî bi erêkirina Sûriyeyê û hevalbendên wan Îranê bû."
'TIRKIYE EWLEHIYA SÛRIYEYÊ DIXE TALÛKEYÊ'
Enan destnîşan kir ku Kurdên Sûriyeyê xwedî dîrok û çandeke dêrîn e û wiha dom kir: "Bandora Kurdan bi taybetî li ser Misrê û tevahiya cîhanê heye. Modela Rêveberiya Xweser projeyek serketî ye û mînak e. Lê divê bi desthilatdariya Sûriyeyê re di nava têkiliyan de be. Rêveberiya Xweser di têk birina DAÎŞ'ê de rolek mezin lîst û kes nikare vê rola mezin û dîrokî piştguh bike. Li gorî min wê hin hevdîtin di nava desthilatdariya Sûryeyê û Rêveberiya Xweser de pêk bê. Lê dewleta Tirkiye dixwaze pêşî li vê yekê bigre. Tirkiye ewlehiya Sûriyeyê dixe talûkeyê."
'ROJAVA BI HER AWAYÎ BI PÊŞ DIKEVE'
Di berdewama axaftina xwe de Enan anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê di asta siyasî de pêş dikeve û ev tişt got: "Dewletên cîhanê bi çavek mezin êdî li Rêveberiya Xweser dinêre. Me hemûyan hevalbendiya Neteweyên Yekbûyî ya stratejî ya bi Rêveberiya Xweser re dît. Her wiha hewldan û nêzîkatiya Rûsiyayê jî hatin dîtin. Wê peywendî û têkilî aliyê siyasî û aborî yên Rojava xurt bike."
'DIXWAZE VÎNA KURDAN BIŞKÎNE'
Enan bilêv kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyê siyasî, çandî û leşkerî de gelek xurt e û bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “Eger gelê Kurd bibe xwedî hêzeke leşkerî, wê di asta cîhanê de bibin xwedî cihek taybet. Wê demê wê Rojava jî ber bi xweserbûnê ve biçe. Dewleta Tirk jî vê yekê ji xwe re weke metirsî dibîne. Her gava ku derfet dît êrîşî Kurdan dike. Dixwaze bi êrîş û dagirkeriyê vîna Kurda bişîne. Heta niha gelek caran êrîşî Rojava kirine. Tirkiye difikire ku bi qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahiya Kurdan qir bike û ji holê rake. Tirkiye timî PKK’ê ji xwe re dike hincet û bi vê hincetê dixwaze êrîş bike. Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî binpê kiriye û hin cihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine."