Rêveberiya Xweser: Ji bo çareseriyê em ji diyalogê re amade ne

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê diyar kir ku ew ji diyalogê re amade ne.

Têkildarî îdîayên li ser danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, Luqman Ehmê daxuyaniyek da û diyar kir ku niha pêvajoyeke diyalogê nîne, lê belê ew ji diyalogê re amade ne.

'DIVÊ MAF BÊNE MISOGERKIRIN'

Luqman Ehmê bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Di vê pêvajoyê de di navbera me û rejîmê de diyalogek nîne. Gotinên ku dibêjin, hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî hêzên rejîmê hatine kirin rast nîne. Ev rewş dikeve ber şerê taybet ê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Luqman Ehmê destnîşan kir ku ji bo misogerkirina mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina pozîsyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser amade ye bi hemû aliyan re diyalogê bike.