Rêveberiya Xweser: Em êrîşên li ser gelê Efrînê şermezar dikin

Rêveberiya Xweser a Efrînê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li dijî gelê Efrînê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan didome.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di dema ku gelên Rojhilata Navîn li dijî pergalên diktator û netewperest tê dikoşin ji bo ku azadî û rûmeta xwe bi dest bixin, têkoşîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî taybetmendiyek cuda bû. Ew jî hebûna jinê bi taybet jina Kurd a ku pêşengiya vê pêvajoyê kir û bû fermandar, şervan û fedakar. Civak bi rêxistin kir û xetertirîn rêxistinên terorîst DAIŞ û gelek komên radîkal ên ku Tirkiyê bi awayekî eşkere desteka wan dikir tune kir. Dewleta Tirk a faşîst tevahiya derfetên xwe ji bo şikandina vîna gelan bi taybet Kurdan bi rêya dagirkirina axa Sûriyeyê di nav de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi kar tîne.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve çeteyên Tirkiyê sûcên şer û dermirovî li dijî sivîlan ji revandin, kuştin, îşkencekirin, şewitandin, talankirina şûnwaran û hedefgirtina jinê pêk tînin. Çeteyan jin revandin, destavêtin wê da ku pîroziya wê binpê bikin. Herî dawî di girtîgehên koma El-Hemzat de jinên Kurd û Ereb tazî kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê rojane tevahiya ol û pîvanên navdewletî û mirovî qanûnên ku banga parastina mirov dikin bi taybet jinê binpê dikin.

Hewldana binpêkirina pîroziya jinên Efrînê rastiya Tirkiyê û dîroka wê ya sûcdar a demdirêj ji bo qetilkirina gelan eşkere dike. Her wiha hovîtiya komên çekdar ên radîkal tazî dike.

Em sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê me li Efrînê şermezar dikin. Dewleta Tirk berpirsa van sûcan e ji ber ku wek dewletek dagirker divê ewlehiya şêniyan misoger bike.

Her wiha em bêdengiya navdewletî şermezar dikin û bang li wan dikin ku erkên xwe bînin cih, lêpirsînek navdewletî girêdayî binpêkirinên dagirkeran li Efrînê vebikin.”