Rêveberiya Xweser: Em amade ne derfetên di destê xwe de pêşkêşê Mexmûrê bikin

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guh da banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ku di têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê de piştevaniya wan bike. Rêveberiya Xweser anî ziman ku wê piştgiriyê bide Mexmûr.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ragihand ku di çarçoveya derfetên di destê wan de heyî wê di têkoşîna li dijî vîrûsa Korona (Covîd-19) de piştgiriyê bidin penaberên Mexmûrê.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid a ji ANHA’yê re axivî got: “Em guh didin banga Meclîsa Gel a Mexmûrê. Em ê hemû pêwîstiyên tenduristiyê yên di destê em de ne ji welatiyên kampa Mexmûrê re bişînin. Ji ber ku ev erkekî mirovî ye dikeve ser milê me.”

Her wiha Hevserok Xalid anî ziman ku ew amade ne ku alîkariyê bide hemû herêmên pêwîstiya wan bi alîkariyê hene.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku duh Meclîsa Gel a Mexmûrê nameyek ji Rêveberiya Xweser re şandibû û li dijî vîrûsa koronayê banga piştgiriyê kiribû.