Rêveberiya Xweser: Divê koçberên Efrînî karibin bi rengekî ewle vegerin
Rêveberiya Xweser ji ber salvegera 7'emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku derfetên vegera bi ewle ya koçberên Efrînî pêk bîne.
Rêveberiya Xweser ji ber salvegera 7'emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku derfetên vegera bi ewle ya koçberên Efrînî pêk bîne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê ya 7`emîn daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê hate gotin: "18`ê Adarê 7`emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê faşîzma Tirk û komên terorîst ên tundrew ve ye. Piştî êrîşên hovane yên li ser kantona Efrînê ku ji bo hemû welatiyên ji herêmên Sûriyeyê koçber dibûn cihek ewle bû, bi sed hezaran kes koçber bûn. Di dema dagirkeriya li ser bajarê Zeytûnan civaka navneteweyî jî li hember komkujiyên li ser gelê Efrînê û xwezayê wê bêdeng man."
Di daxuyaniyê hate bibîrxistin: "Piştî 7 salan ji dagirkeriyê, siyasetên tunekirinê ji aliyê dagirkeran û komên têrorîst ve heta niha berdewam in nexasim piştî hilweşandina rejîma berê.
Dema ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ber bi Helebê ve bi pêş ve diçûn, karesateke din rû da û di encama wê de dewleta Tirk a dagirker tola xwe ji gelê Efrînê yê berxwedêr li kampên Şehba û Til Rifetê rakir û welatiyên mayî jî careke din koçber bûn.
Di encamê de karwanê koçberan li ser rêya di navbera Şehba û Tebqayê de kir hedef û gelek sûcên kuştin û tirsandina wan karwana çêbûn.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku "Destwerdanê bike da ku gelê Efrîn ê koçberkirî vegrîne ser axa wan a dîrokî. Di vê boneya bi êş de em piştgiriya xwe ji bo koçberên bi darê zorê yên Serêkaniyê û Girê Spî re jî, nîşan didin."