Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirk were rawestandin

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê diyar kir dewleta Tirk li herêmê, ''nûneriya projeyeke wiha dike ku hilweşandin ji xwe re kiriye armanc'', bang li civaka navnetewî kir ku vê siyaseta hilweşandinê rawestîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk îro projeyekê li herêmê bi armanca wêrankirina herêmê pêk tîne û ev proje taloke ye û ne tenê ji bo herêmeke sînordar lê belê li ser tevahiya herêmê gefê dixwe.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk siyaseta xwe yên wêrankirinê li dijî herêmê didomîne. Nexasim piştî ku şepela neteweyî ya Tirk a turanî bi şepela îslama siyasî ya Îxwanan di destpêka sedsala nû de gihaşt hev, êdî siyaseta gefxwarin û gurkirina nakokiyan li herêmê dimeşîne.

Dewleta Tirk îro tevahiya pîvanên exlaqî û qanûnî û serdestiya herêmê binpê dike, mîna li Sûriyê dike. Heman siyasetê li Iraqê dimeşîne. Îro jî li hewza Deryayê Spî, Ewropa û Asyayê gefeke mezin çêdike. Mîna ku li Yewnanistan û Lîbyayê dike. Li Misirê jî desteka Îxwan Muslimîn dike û mudaxeleyî parzemîna Afrîkayê dike. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve roleke neyînî û wêranker lîst. Projeyên dagirkirn, parçekirina erdnîgariyê û berbelavbûna civakî bi pêş xistin. Tevgera gel veguherand nakokiyeke taifî û qirker. Desteka komên radîkal kir ên ku li pêşiya çareserî û lihevkirina nîîştimanî ya li Sûriyê bûne bendeke asê.

Her wiha dewleta Tirk rageşiya di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de piştî ku piştgiriya Azerbêcanê kir û çete jê re şandin, gur kir. Ev niyetên wê yên dagirkirin û firehkirinê diyar dikin. Ev jî wekî siyaseteke faşîst ku têkbirina ewlehiyê û girêkkirina aloziyan armanc dike. Erdogan bi hinceta ku Tirkiyê û Azerbêcan tek gel in û di du dewletan de bi awayekî yekser mudaxele dike.

Rageşiyên ji gelek serdeman ve gur dike û dijminatiya xwe bi gelê Ermen re bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe biparêzin û sûcên ku pêk anîn, binixumîne. Yanî dixwaze aloziyên xwe derbasî derve bike. Bi rêbazên leşkerî hewl dide mudaxeleya her pirsgirêkekê bike. Aloziyê kûrtir bike û bide xuyakirin ku tu rê ji bilî çareseriya leşkerî tune. Li gel ku derfetên çareseriyê bi diyalogê hene. Ev yekî jî ji bo ewlehiya herêmî û navneteweyî gef e û nakokiya xwîndar li gelemperiya Kafkasyayê pêş dixe.

Ji bilî wê siyasetê û reftara gefa li ewlehiyê, çeteyên Sûriyê di şer û nakokiyê li herêmê û cîhanê de bi kar tîne. Ev yek careke din rola wê ya dûrî berjewendiya gelê Sûriyê piştrast dike. Ev yek jî pirsan girêdayî forma ku hinek aliyên ku îdia dikin ku Sûriyê xema wan e, çawa xêrê û baweriyê di di dewlat Tirk de dibînin derdixe holê, mîna Îtîlafa Sûriyê ya ku veguheriye eniya rewakirina dagirkirina dewleta Tirk ji Sûriyê re.

Em Rêveberiya Xweser siyasetên dewleta Tirk ên gefxwarina ewlehiya herêmê şermezar dikin. Her wiha diyar dikin ku divê li hemberî van siyaset û sûcan helwesteke cidî û pratîk hebe. Divê NY, Konseya Ewlehiyê, YE, NATO û Komkara Erebî mudaxele bikin û wan sûcên wêrankirî yên li dijî herêmê bidin rawestandin. Heke bertek li hemberî tevger û siyasetên dewleta Tirk nehate girtin, dê tevlihevî û wêranî bidome û dê tu ewlehî li herêmên ku destê wê tê de ne tune be.

Dewleta Tirk nûnertiya projeyekê dike ku armanca wê wêrankirina herêmê ye. Ev proje jî xeternak e. Ne tenê herêmeke diyar tehdît dike. Ji bingeha zîhniyata xwe ya faşîst destê xwe kiriye her derê. Hewl dide rewşa şer ferz bike. Ev yek jî pêwîst dike ku civaka navneteweyî yekser û bilez mudaxele bike.”