Rêveberiya Xweser der barê komkujiya li Şedadê de daxuyanî da

Rêveberiya Xweser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser çola Riwêşîd a herêma Şedadê ya başûrê Hesekê ku di encamê de 12 kes şehîd bûn, şermezar kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bêmirov li dijî çolistana Riwêşid a başûrê Hesekê êrîşên hewayî pêk anîn û di encamê de 12 sivîl şehîd bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku ew êrîş derfetê didin çeteyên DAÎŞ'ê ku xwe dîsa vejînin.

Rêveberiya Xweser civata navneteweyî li hemberî van êrîşan berpirsiyar dît û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi awayekî lezgîn wan êrîşan rawestînin.

Rêveberiya Xweser, diyar kir ku ew êrîş beşek ji siyasetên têkbirina aramiya herêmê û vejandina çeteyên DAÎŞ'ê yên dewleta Tirk a dagirker in.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser, bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û êrîşan rawestînin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.